H’emû nûçeSereke

Tê plankirin ku mîqdara mûçeya yekcarî ya jidayîkbûnê bê yek kirin û bibe 500 hezar dram, bêyî ku roja jidayikbûnê çi be:Galstyan

Di pêvajoya dayîna alîkarîyên dewletê yên ji ber jidayikbûna zarokekê guhertin têne plankirin. Hukumetê pêşnûmeya qanûnê pejirandîye, ku niha li  parlamêntêye.

Guhertin piştî ku ji alîyê  parlamêntê bê pejirandin wê bikevin merîyetê. Dibe ku guhertina herî girîng alîkarîya ji bo zarokê 3 yemîn û her zarokê piştî wê be. Derheqa wê yekêda seroka daîreya ewlehîya teqawidbûnê û tezmînatên din yên pereyan ya wezîreta kar û barên civakî Anahît Galstyanê, civîna çapemenîyê de ku 1 ê kanûnê hatîye lidarxistin, gotîye.

Ewê bi bîr xistîye ku, li gorî yasayeke qanûnî ya ku di sala 2021 ê hatîye pejirandin, ji bo zarokê 3 emîn û her zarokê piştî 1 ê çileya sala 2022 a ji dayîk dibe, her meh 50 hezar dram piştgirîya darayî ji malbatan re tê dayîn, heta ku zarok bibe 6 salî.

Anahît Galstyanê destnîşan kirîye ku “Ev çalakî çar sal in tê lidarxistin, û îsal înstîtûta neteweyî ya wezîretê lêkolînek kirîye, û derket holê ku çalakî bandoreke erênî li ser rewşa dêmografîk dike.Li gorî vê, biryar hatîye dayîn ku cûreyeke cuda ya alîkarîya dewletê bê damezrandin. Li şûna sê yên berê, çar alîkarî wê bi jidayîkbûna zarokekî re bên dayîn. Ya yekem alîkarîya dayiktîyê ye, ku ji jineke ducanî re tê dayîn, ya duyem alîkarîya yekcarî ye ji bo jidayikbûna zarokekî, ya sêyem alîkarîya lênêrîna zarokekî heta du salî ye, û ya çarem alîkarîya dewletê ye ji bo zarokê sêyem û her zarokekî”.

Serokê daîreya ewlehîya teqawidbûnê û pereyên din yên pereyî ya wzîreta kar û barên civakî destnîşan kirîye ku heta niha, li gorî rêzê, pereyê jidayikbûnê yê yekcar dihat dayîn: ji bo zarokên yekem û duyem, 300 hezar dram, ji bo zarokên sêyem û çarem-mîlyonek dram, û di rewşa pênc yan jî zêdetir zarokan de, mîlyonek 500 hezar dram tê dayîn.

Anahît Galstyanê destnîşan kirîye: “Dema ku em piştgirîya darayî ya 50 hezar dramî vediguherînin alîkarîya dewletê, em di heman demê de alîkarîya jidayikbûna yekcar jî ji nû ve dinirxînin. Tê plankirin ku mezinahiya alîkarîya jidayikbûna yekcar bê yek kirin û bibe 500 hezar dramî, bêyî ku dîroka biryarnameyê çi be”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button