H’emû nûçeSereke

Nûnertîya Yekîtîya Avropayê hûrgilîyên rojeva stratêjîk ya nû ya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê  raber kirîye

Yekîtîya Avropayê û Komara Ermenîstanê 2 ê kanûnê ajandeyeke stratejîk ya nû ji bo hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê pejirandin, ku ev gaveke girîng e di kûrkirina hevkarîya sîyasî, aborî û sêktorî di navbera her du hevkarên xwe de.

Li gorî “Armenpress” ê, daxuyanîyek li ser malpera nûnertîya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê hatîye weşandin û hûrgilîyên rojeva stratêjîk ya nû dide.

Li gorî çavkanîyê, belge ji alîyê konsêya hevkarîya Yekîtîya  Avropayê-Ermenîstanê ve hatîye pejirandin û cîhê pêşin hevkarîya   sala 2017 a digire û çarçoveyek hê berfirehtir û bi heybettir ji bo çalakîyên hevbeş diefirîne.

Tê destnîşankirin ku rojeva stratêjîk, li ser bingeha peymana hevkarîya berfireh û pêşveçûyî ya Yekîtîya Avrorpayê-Ermenîstanê, vîzyoneke hevpar ji bo salên pêş de destnîşan dike û bersiva xwesteka Ermenîstanê ya ji bo hewînkirina têkilîyên bi Yekîtîya  Avropayê re dide.

Ew dînamîkên hewînkirî yên têkilîyên dualî nîşan dide û rêzeke fireh ji waran vedihewîne, di nav de dêmokrasî û serwêrîya hiqûqê, rêformên dadwerîyê, mafên mirovan, pêşkeftina civakî-aborî, girêdan, ewlehîya ênêrjîyê, veguherîna dîcîtal, cihêrengîya bazirganîyê û hevkarîya nû di warê ewlehî û parastinê de.

Girêdana navberî hêmanek navendî ya belgeyê ye, ku tekezî li ser hewildanên hevbeş dike ji bo pêşxistina girêdanên veguhastin, dîcîtal û ênêrjîyê di navbera Ermenîstane, herêmê û Yekîtîya Avropayê de.

Rojev pêşanîyên demkurt (3-4 sal) û demnavîn (7 sal) destnîşan dike ku ji bo peydakirina feydeyên berbiçev ji bo welatîyan û piştgirîkirina berxwedana Ermenîstanê di hawîrdorek herêmî ya dijwar de hatine çêkirin.

Ajenda stratêjîk her wiha girîngîya mobîlîteyê, bi taybetî bi rêya dîyaloga berdewam ya li ser serbestberdana vîzayê û piştgirîya ji bo tevlêbûna civakî û aborî ya ermenîyên  Qerabagê yên koçberkirî, tekez dike.

Bi destnîşankirina pêşînîyên zelal û nêzîkatîyeke rêkûpêk ji bo pêkanîn û çavdêrîyê,ajenda stratêjîk ya nû çarçoveyek nûvekirî û pêşeroj-nihêrîn ji bo têkilîyên Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê peyda dike. Ew pabendbûna Yekîtîya  Avropayê ji nû ve piştrast dike ku bi Ermenîstanê, civaka sîvîl û hevkarên wê yên navneteweyî re ji bo pêşvebirina nirxên hevpar, mîsogerkirina îstîqirar û serfirazîyê û bidestxistina encamên berbiçev ji bo welatîyên her du alîyan, ji nêz ve bixebite.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button