H’emû nûçeSereke

Rojeva nû ji bo hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê: belgeya stratêjîk li Bryûsêlê hatîye pejirandin

2 ê kanûnê,wezîrê  Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, nûnera bilind ya kar û barên der û sîyaseta ewlehîyê ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalas û komîsara berfirehkirinê ya Yekîtîya Avropayê Marta Kos, ku ji bo beşdarbûna civîna 6 emîn ya konseya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê li Bryûsêlê ne, di civîna çapemenîyê ya hevbeş de li ser piştgirîya Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê axivîne.

Nûnera bilind  ya Yekîtîya Avropayê piştrast kirîye ku Ermenîstan wê bi tenê neyê hiştin û hem di rêya aşîtîyê de, hem di vekirina danûstandinên herêmî de, û hem jî di têkoşîna li dijî dêzînformasîyonê berîya hilbijartinên parlamêntîyê yên sala 2026 a wê piştgirîyê werbigire.

Rojeva stratêjîk ya nû ji bo hevkarîya Yekîtîya Avrpayê-Ermenîstanê:belgeyeke nû li ser hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de li Bryûsêlê hatîye pejirandin.Li civîna çapemenîyê ya hevbeş de bi wezîrê Ermenîstanêyî karên der  Ararat Mîrzoyan û komîsara berfirehkirinê ya Yekîtîya Avropayê Marta Kosê re, nûnera bilind ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê dîyar kirîye ku sala 2025 a ji bo têkilîyên Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê saleke girîng e.

“Tebaxa  sala 2025 a, di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de peyman hatine destanînê û ev pir girîng bûye. Bi vê yekê pevçûnek ku bi salan dom dikir bi dawî bûye û di vê mijarê de piştgirîya Yekîtîya Avropayê heye.Yekîtîya Avropayê wê her tiştî bike da ku piştgirîyê bide we.Ez  derheqa 15 mîlyon yûroyî radigihînim, ku wê ji bo Ermenîstaneke aşîtîyane û berxwedêrtir bê arastekirin”.

Çend destpêşxerî wê bên bicîhanîn: perwerdehîya ji bo rakirina mînan û alav wê bên peyda kirin”.

Ev ne tenê piştgirîya Yekîtîya Avropayê ye ji bo Ermenîstanê. Kalasê piştrast kirîye ku ew ê piştgirîyê bidin pêkanîna rêforman li Ermenîstanê û cihêrengkirina aborîya Ermenîstanê. Girîngîyeke taybetî li ser piştgirîya têkoşîna li dijî dêzînformasîyonê li Ermenîstanê berîya hilbijartinên parlamêntîyê yên sala 2026 a hatîye danîn.Ssênarên dêzînformasîyonê yên ku di hilbijartinên Moldovayê de hatine bikar anîn wek mînak hatine nîşandan.

“Rûsya û cîgirên wê li Ermenîstanê kampanyayên dêzînformasyonê dimeşînin. Berîya hilbijartinên parlamêntîyê, em dibînin ku heman torên ku li Moldovayê hatine bikar anîn, li Moldovayê pir çalak dixebitin, ji ber vê yekê ssnar heman e. Fînansmana Yekîtîya Avropayê wê bibe alîkar ku bandorên bîyanî bên destnîşankirin û bersiv ji wan re bê dayîn.”

Di bersivê de,wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan destnîşan kirîye ku ew piştrast e ku hevkarîya bi Yekîtîya Avropayê re wê berxwedana Ermenîstanê bêtir xurt bike. Mîrzoyan gotîye ku wan li ser derfetên mezintir ji bo vekirina binesazîya herêmî axivîne.

“Me her wiha li ser xebata çalak ya li ser pêkanîna bernameya TRIPP ê jî nîqaş kirîye. Peymanên 8 ê tebaxê li Waşîngtonê derfetên bêhempa efirandine. Gavên potênsîyal yên din ji bo vê yekê, vekirina sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê û pêkanîna projeyên binesazîyê yên mezin dikarin mîmarîya aborî û sîyasî ya tevahîya herêmê bi girîngî biguherînin. Van hemûyan bingehên destkeftîyên me yên heyî efirandine”.

Li gorî Mîrzoyan, stratêjîya nû ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê asta hevkarîyê hîn bilindtir dike û ev ne dawîya armancên alîyan e.Wezîrê karên der girîngîya piştgirîya Yekîtîya Avropayê di warê ewlehîyê de destnîşan kirîye û gotîye ku li Bryûsêlê ewî li ser tevlîbûna sîyaseta ewlehî û parastinê ya hevpar ya Yekîtîya  Avropayê axivîye.

“Me ajandeyeke stratêjîk ya nû pejirandîye ku vê kêlîya taybet di têkilîyên me yên dualî de nîşan dide. Em bi hev re dixebitin da ku  bê vîza ji bo Ermenîstanê gengaz bikin. Meha borî, me planeke çalakîyê ya li ser serbestberdana vîzayê raber kirîye. Ev çima girîng e? Ji ber ku gelek ermenî li welatên Avropayê dijîn û em dixwazin welatîyên ermenî teşwîq bikin ku bikaribin bi rihet bên welatên Avropayê da ku malbat û hevalên xwe zîyaret bikin”.

Herwiha, ji bo Yekîtîya Avropayê girîng e ku Rojava û Rojhilat bi hev ve girêbide. Ji bo bidestxistina vê armancê, li gorî komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê, nîqaş hene ku komeke çaralî ya taybet di navbera Ermenîstanê, Adirbêcanê, Tirkîyayê û Avropayê de bê efirandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button