H’emû nûçeSereke

Yekîtîya  Avropayê alîkarîya Yêrêvanê dike ku sêktora xwe ya ênerjîyê cûre-cûre bike, di nav de bi xebata li ser xeta veguhestina êlektrîkê ya Ermenîstan-Tirkîyayê

Yekîtîya Avropayê wê 500 mîlyon yûro ji bo hewînkirina ewlehî û cihêrengîya ênêrjîyê ya Ermenîstanê veberhênan bike.

Li gorî “Armenpress” ê,  derheqa wê yekêda komîsara bilind ya sîyaseta berfirehkirinê ya Yekîtîya Avropayê, Marta Kosê di hevdîtina bi komeke rojnamevanên ermenî re li Bryûsêlê  gotîye.

Çend roj berê li Taşkendê, paytexta Ûzbêkîstanê, belgeyek hatîye îmzekirin ku li gorî wê Ermenîstan di çarçoveya projeya “Tora Kafkasîyayêye êlêktrîkî ” de ji bo baştirkirina binesazîya ênêrjîyê, hewînkirina ewlehî û cihêrengîya ênêrjîyê û kêmkirina girêdayîbûna bi aktorên der piştgirî werdigire. Yekîtîya Avropayê di vî warî de bi banka KfW ya almanî re hevkarîyê dike.

Ewê zêde kirîye ku wê ji wezîrê Ermenîstanêyî pêşvebirina herêmî û binesazîyê  Davît Xûdatyan xwestîye ku di çarçoveya mîsogerkirina girêdana giştî de lîsteyek ji bernameyên pêşin raber bike. Marta Kosê her wiha amadebûna xwe ya ji bo hewînkirina kapasîteyên wezîreta Ermenîstanêye  pêşvebirina herêmî û binesazîyê  anîye ziman da ku ew bikaribe bernameyên têkildarî mîsogerkirina girêdanê bicîh bîne.

Armanca projeya “Tora Kafkasîyayêye êlêktrîkî” ew e ku bi sênkronîzasîyakirina torên êlêktrîkê yên Ermenîstanê û Gurcistanê, danûstandina ênêrjîyê ya sînorî ya pêbawer, nerm û bi sûdmendî li Başûrê Kafkasîyayê mîsoger bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button