Nîkol Paşînyan îdî Robêrt Koçaryan û Sêrj Sargsyan reqîbên sîyasî nabîne

Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan bawer dike ku girîng e ku dev ji axaftina li ser desthilatdarên berê bê berdan. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Paşînyan di rûniştina pirs û bersivan ya hukumetê de, dema ku bersiva pirsên endamê fraksîya “Peymana sîvîl” Narêk Babayan daye, bawerîya xwe anîye ziman.
“Bi rastî ez difikirim ku divê em dev ji axaftina li ser yên berê berdin, ji ber ku tiştek tune ku li ser bê axaftin, me çi negotîye? Pakêta li ser mijara Qerebaxê ku me weşandîye li ser wê rastîyê ye ku qet tiştek tune ku li ser bê axaftin”,- ewî destnîşan kirîye.
Lê li gorî Paşînyan, hukumet teslîmî provokasîyonê dibe. Paşînyan gotîye:”Û em tên û bi seheta diaxivin: Robêrt Koçaryan, Sêrj Sargsyan… Heger sala 2021 ê hilbijartin hebûya, ew muxalefeta parlêmêntîyê bûya, ku bi rojeva guhertina sîyasî ya desthilatdarîyê hat û bi awayekî hîn jî dikare wekî reqîb û pêşbazîyeke sîyasî bê hesibandin, bi raya min, ew îdî reqîb nînin, ew demek dirêj e reqîb nînin”.
Li gorî wî, hukumet nabêje, ew li ser vê mijarê disekine ku îsal 500 kîlomêtr rêyên din çêkirine, di vê demê de bi hezaran kîlomêtr rê çêkirine, dibistan çêkirine û di sêktora perwerdehîyê de rêformên kûr pêk anîne.
Serokwezîr tekez kirîye ku hukumet niha gelek tiştên din yên stratêjîk hene ku bêje, ku ew tenê ji ber ku neçar e tiştên eşkere îzbat bike nabêje.







