H’emû nûçeSereke

Piştî encamên civîna 6 a ya konsêya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, daxuyanîyeke hevbeş hatîye pejirandin /vîdyo/

Ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine ku piştî encamên civîna 6 a ya konsêya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, daxuyanîyeke hevbeş hatîye pejirandin.

Konsêya hevkarîyê kêlîya girîng di têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê de destnîşan kirîye, nirxên hevpar ji nû ve piştrast kirîye û “Rojeva stratêjîk ji bo hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê” ya nû pejirandîye, ku pêşînîyên hevkarîyê yên bi heybet destnîşan kirîye û qonaxek girîng di kûrkirin û pêşxistina têkilîyên dualî de nîşan daye.

Herdu alîyan girîngîya civîna bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya Avrorpayê ya ku wê gulana sala 2026 a de bê lidarxistin, wekî destkeftîyeke din di qewînkirina hevkarîya dualî de destnîşan kirine.

Yekîtîya Avropayê pêşwazîya qonaxa dîrokî ya ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de di civîna aşîtîyê ya li Waşîngtonê tebaxa îsal de pêk hatîye, di nav de îmzekirina peymana li ser avakirina aşîtîyê û têkilîyên navdewletî di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de, kirîye. Yekîtîya Avropayê piştgirîya xwe ya bihêz ji bo qewînkirin û sazûmankirina bêtir ya aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ji nû ve piştrast kirîye. Her du alîyan jî tekezî li ser hêmana mirovî ya hewldanên lihevhatinê kirine û Ermenîstanê spasîya xwe ji Yekîtîya Avropayê re ji bo piştgirîya wê ya zêde ji bo rakirina mînan anîye ziman.

Ermenistanê pabendbûna Yekîtîya Avropayê ya ji bo pêşxistina girêdana herêmî pêşwazî kirîye. Herdu alîya li hev kirine ku hevkarîyê bi rêya înîsîyatîva “Dergehê cîhanî” ya Yekîtîya Avropayê û rojeva girêdana navherêmî, li gorî înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê, kûrtir bikin.

Komara Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê pêşwazîya pejirandina peymana di navbera Komara Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de ya li ser destnîşankirina çarçoveya beşdarîya Komara Ermenîstanê di opêrasîyonên rêveberiya krîzê yên Yekîtîya  Avropayê de kirine, ku derfetên nû ji bo hevkarîyeke kûrtir û çalaktir di warê mîsyonên rêveberîya krîzê yên navneteweyî de vedike.

Alîyan pêşketinên di dîyaloga serbestberdana vîzayê de pêşwazî kirine. Her wiha wana pêşwazîya fermî ya plana çalakîyê ya lîbêralkirina vîzayê 5 ê mijdara sala  2025 a wek gaveke girîng ber bi mîsogerkirina sefera bê vîza ve pêşwazî kirine.

Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê pabendbûna xwe ya bi mafên mirovan, serwêrîya hiqûqê û nirxên dêmokratîk re ji nû ve tekez kirine. Yekîtîya Avropayê piştgirîya xwe ya xurt ji bo bernameya rêformên sîyasî û aborî ya berfireh ya Ermenîstanê û her weha ji bo hewldanên Ermenîstanê yên ji bo rûbirûbûna gefên hîbrîd ji nû ve tekez kirine.

Konsêya hevkarîyê pêkanîna peymana hevkarîya berfireh û pêşkeftî ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê nirxandîye, pabendbûna berdewam ya Ermenîstanê û pêşketinên ku hatine çêkirin destnîşan kirîye û teşwîq kirine ku ajandaya rêformê ya bi heybet bidome. Ajandaya stratêjîk ya nû hatîye pejirandin wê wekî teşwîqek bihêz ji bo derxistina potênsîyala tevahî  xizmet bike.

Herdu alîyan her wiha li ser rêbazên berfirehkirina veberhênanê di warên stratêjîk yên sereke yên hevkarîyê de, girêdana herêmî ya berfireh, cîhêrengîya aborî û bazirganî, veguheztinên dîjîtal û kesk, ewlehîya ênêrjîyê û hevkarîya avhewayê nîqaş kirine. Alîyan li hev kirine ku bi hev re bixebitin da ku bi girîngî cihêrengîya avahîya hinardekirina Ermenîstanê zêde bikin û hêsan bikin, di nav de hinardekirina hilberên nû bo bazara Yekîtîya Avropayê û ji bo kûrkirina hevkarîya di navbera civaka ênêrjîyê û Ermenîstanê de.

Yekîtîya Avropayê pejirandina qanûna “Li ser destpêkirina pêvajoya tevlîbûna Komara Ermenîstanê bo Yekîtîya Avropayê” ya 26 ê adara sala 2025 a ji alîyê parlamênta Ermenîstanê  bi awayekî erênî nirxandîye û tekez kirîye ku ev gav şedetîya pabendbûna Ermenîstanê bi nirxên hevpar yên avropî û xwesteka wê ya ji bo kûrkirina întêgrasîyonê bi yekîtîyê re dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button