H’emû nûçeSereke

Bin bandora Lêvon Aronyanda li Yêrêvanê wê fêstîvala navnexteweyî pêk bê

Cotmeha sala 2026 a, bin bandora Lêvon Aronyanda li Yêrêvanê wê fêstîvala kişikaye navneteweyî pêk bê.Merasîma wî cûreyî wê cara ewlin li Ermenîstanê pêk bê.

Nava mêvanên hurmetlîda wê  çêmpîyonê cîhanêyî pênc cara Vîşvanatan Anand û kişikçîya dinîyayêye jine here qewat Yûdît Polgar jî amedebin.

“Kişik bona ermenîya tenê çawa lîstik nîbûye, ew cûrekî fikirmîşbûnê, efrandinê û yekbûnêye. Fêstîvala kişikaye navneteweyî wê hêza şabûna lîstikê bide eşkerektrinê”,-lîstikçîyê koma Ermenîstanêye berê û niha jî, wekîlê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Lêvon Aronyan gotîye.

Fêstîval ji alîyê organîzeya “Mêdîyakrat stûdîyo” ê da hatîye pêşdakişandinê û ew bi piştgirîya  şaredarîya Yêrêvanê û hevkarîya tevî mekteba bîznêsêye “ Matêna” ê wê bê derbazkirinê.

Li parkên Yêrêvanê û li cîhên civakî wê lîstik bên teşkîlkirinê.Progirama fêstîvalê wê destpêka sala 2026 a bê raberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button