Bîyanîyên ku bi wesayîtên qeydkirî yên li Ermenîstanê qaîdeyên trafîkê binpê bikin, wê li ser sînor cezayê xwe bidin

Rûniştina xwe ya asayî ya 4 ê kanûnê de, parlamêntê pêşnûmeya qanûnê “Li ser guhertinên qanûna taybetmendîyên karûbarên îdarî yên ku di dozên binpêkirinên rêyên trafîkê yên bi amûrên vîdyoyî yan wênekêşîyê de têne tesbîtkirin” bi xwendina yekem nîqaş kirîye, ku ji hêla cîgirê wezîra karên navxweyî Armên Gazaryan ve hatîye raber kirin Derheqa wê yekêda malpera parlamêntêda hatîye ragîhandin.
Li gorî cîgirê wezîr, xala 7.1 a qanûnê taybetmendîyên prosêdûrên di dozên sûcên ku bi wesayîtên bêqeyd li Ermenîstanê hatine kirin destnîşan dike.
Li gorî wî, heger bîyanîyek li ser axa Komara Ermenîstanê bi karanîna wesayîtên ku li Komara Ermenîstanê nehatine tomar kirin binpêkirinekê bike, ew tê naskirin û derbarê cezayê îdarî yê ku kirîye agahdarîyek werdigire û derfeta wî heye ku cezayê îdarî li ser sînor bide û vegerîne.Niha, derfetek wisa di rewşa ku bîyanîyek bi karanîna wesayîtên ku li Komara Ermenîstanê hatine tomar kirin binpêkirinek wisa bike tune ye.
Gazaryan gotîye: “Em pêşnîyar dikin ku heger bîyanîyek bi wesayîtên ku li Komara Ermenîstanê hatine tomar kirin qaîdeyên trafîkê li Komara Ermenîstanê binpê bike, divê ew jî ji van cezayan bê agahdarkirin û divê ew bikaribe cezayê bide û li ser sînor bide”.
Heger proje bê pejirandin, tê payîn ku dahat di byûcêya dewletê zêde bibe, ji ber ku Komara Ermenîstanê wê salê bi qasî 90,000,000 dram teserûf bike.







