Grîgoryan gotûbêj bi Hecîyêv re: peyva “korîdor” ji bo me nayê qebûlkirin

Sêkrêtarê konsêya ewlehîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan ji nû ve tekez kirîye ku peyva “korîdor” ya ku Adirbêcanê di derbarê rêya ku di nav axa Ermenîstanê re derbaz dibe bi kar tîne, ji bo alîyê Ermenîstanê nayê qebûlkirin.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Grîgoryan di panêla nîqaşê de li ser mijara “Aşîtîya mayînde ya Ermenîstan-Adirbpcanê:peymana Waşîngtonê û pêşerojeke hevbeş” ku di çarçoveya forûma li Dohayê de hatîye lidarxistin, gotîye ku alîkarê serokkomarê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv jî beşdar bûye.
Grîgoryan gotîye: “Li civîna bilind ya li Waşîngtonê, serokên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Dewletên Amêrîkaêye Yekbûyî belgeyek îmze kirine ku tê de ev rê wekî TRIPP tê binavkirin, em li ser vê termê diaxivin. Û em piştrast in ku TRIPP ne tenê ji bo herêmê, lê di heman demê de ji bo karsazî û welatên li derveyî herêmê jî derfetên mezin vedike”.
Di nîqaşê de, alîkarê serokkomarê Adirbêcanê HîkmêtHecîyêv dîyar kirîye ku peymana ku 8 ê tebaxê li Waşîngtonê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de li ser ragîhandin û girêdana veguhastinê hatîye çêkirin girîng e, û tekez kirîye ku di vê çarçoveyê de, Adirbêcan peyva “Korîdora Zangêzûr” ê bi kar tîne. Di berdewamîya ramana xwe de, Hecîyêv tekez kirîye ku Adirbêcan dizane ku alîyê Ermenîstanê nêzîkatîyek cuda li ser vê mijarê heye û hêvî kirîye ku tenê pirsgirêka di navbera her du welatan de têrmînolojî be.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Amêrîkayê Donald Tramp û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv 8 ê tebaxê li Waşîngtonê daxuyanîyek îmze kirine, ku xala 4 emîn ya wê bi taybetî dibêje: “Komara Ermenîstanê wê bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û alîyên sêyemîn yên ku bi hev re li hev kirine bixebite da ku çarçoveya pêkanîna bernameya ragîhandinê ya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî (TRIPP) li axa Komara Ermenîstanê dîyar bike”.
Paşê, serokwezîrê Ermenîstanê li parlamêntê ragîhandibû ku xebatên avakirina “Rêya Tramp” wê di nîvê duyemîn yê sala 2026 a dest pê bikin.
Serokwezîr gotîye:”Heta dawîya vê salê, divê em hemî hûrgilîyan li ser kaxezê rave bikin. Divê em di nîvê yekem yê sala 2026 a li hev bikin û divê em di nîvê duyemîn de dest bi xebatên avakirinê bikin. Ev plan e”.







