TRIPP wê li Ermenîstanê gelek derfetan ji bo karsazîyê biefirîne: Armên Grîgoryan

Ji alîyê aborî ve, destpêkirina TRIPP wê gelek derfetan ji bo karsazîyê li Ermenîstanê biefirîne. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê konsêya Ewlehîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan,wextê panêla li Dohayê di çarçoveya konfêransa 23 a da gotîye.
“Gelek herikîna kelûpel û xizmetan ku di herêmê re derbaz dibin, wê li Ermenistanê re derbaz bibin. Em piştrast in ku ew ê erzantir be û wê ji bo karsazîyên ku wê bi veguhestina kelûpel û xizmetan bi rêya Ermenîstanê re eleqedar bibin, derfetên bêtir biefirîne. Û bandoreke pir erênî wê bike. Û ez ê bêjim ku erê, em hîn ji bo vekirina ragîhandinên herêmî ne amade ne, lê bûyerên pir girîng û erênî berê qewimîne”,-ewî gotîye.
Wek mînak, sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê qedexeya Adirêcanê ya li ser veguhestina kelûpelên ermenî yan jî ketina wan bo Ermenîstanê nîşan daye.
“Ermenîstanê heman amadebûna xwe nîşan daye ku em dikarin axa xwe ji bo veguhestina kelûpelan bi rêya Ermenîstanê ji bo Adirbêcanê peyda bikin. Ji ber vê yekê, ev ê gelek derfetên aborî biefirîne û pir eşkere ye ku piştî rakirina dorpêçê, kelûpelên li herêmê wê ji bo civaka Ermenîstanê, ji bo Adirbêcanê erzantir bibin, û ev ê gelek derfetan biefirîne. Di 3-4 salên dawî de, me berhema navxweyî ya serê kesî li Ermenîstanê du qat zêde kirîye,û em bawer in ku heger dorpêç bê rakirin, wê bêtir derfet bên efirandin û em ê ji bo civaka Ermenîstanê bêtir sûd werbigirin. Her weha aşîtî. Ez dixwazim bêjim, qencîya herî girîng aşîtî ye”.
Ez piştrast im ku aşîtî wê sûdê bide me û her weha hemî Adirbêcanê û hemî welatên din yên herêmê. Û em ê bêtir veberhênanê li aborîyê, çandê û derfetên din bikin. Ji ber ku bi gelemperî, dema ku pevçûyînek hebe, divê hûn bêtir veberhênanê li ewlehîyê bikin, lê dema ku pevçûyînên we kêmtir bin yan jî dema ku aşîtî hebe, hûn bêtir veberhênanê li derfetên aborî, pêşkeftina civakî, zanist û warên din dikin û hûn encamên baş digirin. Ji ber vê yekê, ev pir eşkere ye, û em ê di wê alî de biçin”,- Armên Grîgoryan gotîye.







