H’emû nûçeSereke

Alîyên Ermenîstanê û Gurcistanê li ser derbazbûna sotemenîya Adirbêcanê bi rêya axa Gurcistanê gotûbêj kirine

Alîyên ermenî û Gurcistanê li ser veguhestina sotemenîya Adirbêcanê bo Ermenîstanê bi rêya axa Gurcistanê nîqaş kirine.

Bersiva lêpirsîneke “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye aborîyê ragîhandine, ku behsa daxuyanîya wezîreta aborî û geşepêdana domdar ya Gurcistanê dike.

“Nîqaşeke wisa bi alîyê Gurcistanê re pêk hatîye û me agahdarîya weşandî wergirtîye”,-ji wezîretê elam  kirine.

Wezîreta Gurcistanêye aborî û pêşkeftinê ragîhandibû ku 5 ê kanûnê hukumeta Gurcistanê daxwazek ji welatên hevkar wergirtîye ji bo tranzîta yekcarî ya sotemenîyê ji Adirbêcanê bo Ermenîstanê bi rêya axa Gurcistanê. Serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Kobaxîzê talîmat dabû  rîya Gurcistanêye hesinî ku vê tranzîtê bêpere pêk bînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button