Balyoz Kwîn girîngîya qewînkirina têkilîyên aborî yên di navbera Dewletên Yekbûyî û Ermenîstanê de tekez dike

8 ê kanûna pêşin, li palata Amêrîkayêye bazirganîyêye li Ermenistanê rêxistina giştî balyoza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenistanê Krîstîna Kwîn qebûl kirîye ji bo axaftina li ser sîyasetê pêşda bê. Axaftina xwe de, balyoz Kwînê pêşînîyên stratêjîk ji bo pêşvebirina hevkarîya aborî ya dualî û pêşkeftina sazî destnîşan kirîye.
Peyama xwe de, balyoz Kwînê bal kişandîye ser qewînkirina têkilîyên aborî yên di navbera Dewletên Yekbûyî û Ermenîstanê de û pêşketinên ku di encama civîna aşîtîyê ya ku 8 ê tebaxê li qesira Spî hatîye lidarxistin, hatine bidestxistin.Ewê tekezî li ser rola sêktora taybet di modêrnîzasîyakirina aborî ya Ermenîstanê kirîye û derfetên hevkarîyê bi civaka karsazîya amerîkî re raber kirîye.
Beşdarî çalakîyê bûne cîgirê wezîrê jîngehê Ara Mkrtçyan, nûnerên hukumetê û parlamênta Ermenîstanê û dêlêgasîyayên ji rêxistinên dîplomatîk û navneteweyî.
Piştî axaftina fermî, danişîneke pirs û bersivan pêk hatîye. Pirsên ku hatin raberkirin, li ser pêşvebirina veberhênanan, pêşxistina têkilîyên aborî û bazirganî yên dualî û her weha hevkarîya sêktorî ya plankirî bûne.







