H’emû nûçeSereke

Ermenistan ji hêla erdnîgarî ve di cîhekî pir baş de ye û divê ji derfetên aborîya cîhanî sûd werbigire: Xêyvay Tan

Kafkasya herêmeke xwedî pozîsyoneke jêopolîtîk ya pir avantaj e, ji ber vê yekê Çînistan li ser “Rêya hevrişim” ê him li başûr û him jî li Avropayê li hevkarên xwe digere.

Li gorî “Armenpress” ê, ev nêrîn ji alîyê cîgirê serokê zanîngeha Hongkongê, profêsor Xêyvay Tan ve di konfêransa navneteweyî ya li Yêrêvanê “Lêkolînên avrasyayî li ser Çînistanê û Avrasîyayê ya hemdem” de hatîye anîn ziman, di derbarê pirsa gelo piştî îmzekirina peymana hevkarîya stratejîk bala Çînistanê li ser Ermenîstanê zêde bûye yan na.

Li gorî profesorê Çînistanê, Kafkasya, Rûsya, hewza deryaya Sipî û Asyaya Navîn şirîkên xwezayî yên Çînistanê ne. Wekî din, ev herêm xwedî çavkanîyên xwezayî ne ku Çînistan kêmasîyên wan hene, lê Çînistan jî bi têknolojîyên pêşketî û pîşesazîyê pesinê xwe dide. Li gorî profêsor, Çînistan amade ye ku ji firotina kelûpelan bêtir tiştan bike. Ew her wiha amade ye ku têknolojîyan û sermaya mirovan îtxal bike.

Xêyvay Tan destnîşan kirîye ku “Ji ber mezinahîya xwe ya biçûk û nifûsa xwe, Ermenîstan pêdivî ye ku deverên rast ji bo hevkarîya aborî hilbijêre. Di derbarê zekaya sûnî de, ew hilbijartinek baş e. Lê belê, zincîrên dabînkirinê yên bênavber û êkosîstêmeke pêşkeftî hewce ne. Divê em xalên bihêz yên wek sermayeya mirovî û çavkanîyên xwezayî li ber çavan bigirin, ji ber vê yekê, zekaya sûnî dibe hilbijartinek eşkere. Hemî welatên ku madenvanî bi kevneşopî sêktoreke aborî ya pêşeng bûye divê cûre-cûrkirina ji ênêrjîya kevneşopî ber bi ênêrjîya kesk ve bifikirin. Ji bo Ermenîstanê, ev dikare bibe pêkhateyek sereke ya pêşkeftina aborî jî”.

Li gorî wî, aborîya cîhanî îro gelek derfetan raber dike ku divê welat sûdê jê werbigirin. Xêyvay Tan gotîye: “Ermenîstan ji hêla erdnîgarî ve pir baş cîh digire. Li başûr Rojhilata Navîn heye, ku ew jî ji guhertinên jêopolîtîk sûd wergirtîye, û li bakûr jî Rûsya heye, ku hinardekirina xwe ji nû ve beralî kirîye. Ermenîstan jî dikare sûd werbigire, bi berçevgirtina avantajên pêrsonalên xwe yên jêhatî, nemaze di warên têknolojîya agahdarîyê û zekaya sûnî de”.

Zanyar destnîşan kirîye ku “Lê belê, hukumeta Çînistanê û banka Navendî hemû rîskên gengaz yên têkildarî karanîna krîptopereyan û amûrên din yên fîntêx dişopînin, ji ber vê yekê rayedarên welêt rêziknameyan dipejirînin da ku piştrast bikin ku hemû çalakîyên bi vî rengî li Hongkongê ewle ne. Di heman demê de, Hongkong navenda belavkirina navneteweyî ya yûanê çînî dimîne. Ew cîhekî guncaw e, bi taybetî, ji bo kesên ku dixwazin bi Çînistanê re bixebitin. Hongkong di vî warî de derîyê Çînistanê dimîne û dixwaze bêyî ku dem winda bike bibe pireke nû di navbera Çînistanê û “cîhana nû” de ku di şert û mercên guherbar de derdikeve holê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button