H’emû nûçeSereke

Kobaxîzê talîmat daye  ku yekem tranzîta sotemenîya Adirbêcanê bi rêya axa Gurcistanê belaş ber bi Ermenîstanê ve pêk bîne

Wezîreta Gurcistanêye aborî û geşepêdana domdar ragîhandîye ku ji welatên hevkar daxwazên ji bo tranzîta sotemenîyê ji Adirbêcanê bo Ermenîstanê bi rêya axa Gurcistanê wergirtine.

Li gorî ragîhandina  “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda kanala  Gurcistanêye yekem ragîhandîye û tekez kirîye ku wezîretê bi vî rengî bersiva agahîyên ku berê di medyaya Adirbêcanê de belav bûbûn da ku astengîyên gumrikê yên ji hêla Gurcistanê ve têne sepandin, rê li ber dabînkirina sotemenîyê ji Adirbêcanê bo Ermenîstanê bi rêya axa Gurcistanê digirin.

Li gorî wezîretê, 5 ê kanûnê  hukumeta Gurcistanê daxwazek ji welatên hevkar wergirtîye ji bo tranzîta yekcarî ya sotemenîyê ji Adirbêcanê ber bi Ermenîstanê ve bi rêya axa Gurcistanê.

Tê destnîşankirin ku serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Kobaxîzê talîmat daye bi rîya Gurcistanêye hesin ku vê tranzîtê bêpere pêk bînin. Ev biryar bi fermî ji hemî alîyên peywendîdar re hatîye ragîhandin.

Wezîreta Gurcistanêye aborî û geşepêdana domdar di daxuyanîyekê de gotîye: “Gurcistan her tim ji bo Ermenîstanê û Adirbêcanê hevaltîke stratêjîk û pêbawer bûye û dimîne. Me her tim piştgirîya aşîtî û hevkarîya herêmî kirîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button