
Adirbêcanê rastîya ku Ramîl Safarov rutbeke din ya leşkerî wergirtîye eşkere nekirîye.
Agahîyên li ser vê yekê li ser torên civakî derketine û ji hêla hin dezgehên medyayê yên duyemîn ve, bi taybetî bi zimanê dirbêcanî, hatine belavkirin. Ji medyayê re hatîye gotin ku girîngîyê nedin vê “bûyera girîng”. Li gorî raporên li ser torên civakî, Safarov qulixa zapitîyê wergirtîye. Bînin bîr ku sala 2017 a de qulixa lêytênant-zapitîyê dane wî.
Sibata sala 2004 a de, di çarçoveya bernameya hevkarîya ji bo aşîtîyê ya NATO ê de, li Bûdapêştê kûrsên zimanê îngilîzî hatine lidarxistin. Efserên ermenî û adirbêcanî, qurbanîyê pêşerojê Gûrgên Margaryan û kujerê wî Ramîl Safarov jî, beşdarî wan bûn. Şeva 19 ê sibatê, Safarov ket odeya nedadayî û Gûrgên Margaryanê razayî bi balte kuşt. Piştî vê yekê, Safarov hewl da ku efserê duyemîn yê ermenî, Hayk Makûçyan, bikuje. Hewl bi ser neket û derîyê odeyê dadayî bûye.
13 ê nîsana sala 2006 a, Safarov, di nav de bi saya hewldanên parêzera ermenî Nazêlî Vardanyanê, ji alîyê dadgeha Bûdapeştê bi cezayê heta -hetayê bêyî îhtîmala berdana şertî bo 30 salan hate mehkemkirin.Dadgehê de, Safarov îfadeya xwe guhert, gotinên xwe yên destpêkê vekişand, bi hinceta ku ew bi zimanên rûsî û îngilîzî nezan e.
Serdana xwe ya Yêrêvanêye sala 2008 a, wezîra Macaristanêye karên der ya wê demê Kînga Gûonsê, di bersiva pirseke li ser îhtîmala vegerandina Safarov bo Adirbêcanê, destnîşan kirîye ku îhtîmaleke wisa heye, lê Macaristan ne mecbûr e. “Kirina Ramîl Safarov ji bo raya giştî ya Macaristanê şok bûye. Îhtîmala vegerandina Safarov heye, lê Macaristan ne mecbûr e. Hemû mijarên têkildarî Safarov wê pir bi ciddî bên nîqaşkirin. Pirsa here girîng ev e ku gelo Safarov wê li Adirbêcanê cezayê heta -hetayê bikşîne yan na”,- wezîr dîyar kirîye.
Çend sal şûnda, rayedarên wî welatî, ku ji hêla serokwezîr Vîktor Orban ve dihatin temsîlkirin, bi rayedarên Adirbêcanê re peymanek çêkirin. Bi destûrdayîna bertîldayîna bi pereyên pêtrodolar yên Adirbêcanê, Macaristanê fikira edalet û qanûnîbûnê bi qazanceke yekcarî guhert. Ramîl Safarov vegerîya welatê xwe, li wir ew yekser serbest hat berdan û qulixa qehremanîyê bilind kir. Di heman rojê de, 31 ê tebaxa sala 2012 a, Ermenistanê têkilîyên xwe yên dîplomatîk bi Macaristanê re qut kirin. Têkilî di demek nêzîk de hatin sererastkirin.
Him Safarov û him jî rayedarên Adirbêcanê heta roja îro bi tevahî bêceza mane.







