H’emû nûçeSereke

Beşdarên teştêya duayê li Yêrêvanê îdîayên ku serokwezîrê Ermenîstanê li dijî xiristîyanîyê şer dike red dikin : gotara CBN ê

Tora amêrîkîye nûçeyan ya xiristîyana, The Christian Broadcasting Network ê, li ser teştêya duayê ya yekem ya li Ermenîstanê nirxandîye û destnîşan kirîye ku li gorî nirxandina rêberên ruhanî yên herêmî û amêrîkî yên ku beşdarî çalakîyê bûne, îdîayên belavbûyî yên ku dibêjin “Serokwezîrê Ermenîstanê li dijî xiristîyanîyê di şer de ye” ne rast in.

Li gorî “Armenpress” ê, xudanê gotarê Çak Holton  bîr tîne ku kesayetiya medyayê ya amêrîkî Takêr Karlson berê gotibû ku serokwezîrê Ermenîstanê “di şer de bi xiristîyanîyê re ye”. Lê belê, li gorî xudanê gotarê, jîyana olî li Yêrêvanê azad e: dêr vekirî ne, keşîş li kêleka serokên dewletê rûdinên û rêberên ruhanî yên ermenî û amêrîkî beşdarî teştêya dua dibin.

Xudanê gotarê behsa pisporên ermenî kirîye ku tohmetên li dijî rayedarên ermenî yên ku dibêjin girtina keşîşan li Ermenîstanê bi ola wan ve girêdayî ye, red dikin.

Ewî daxuyanîya analîsta sîyasî Êlên Hoxîkyanê wek îşaret bi wê yekê kirîye ku herî kêm du ji oldarên girtî di sîyaseta çalak de beşdar bûne.

Hoxîkyanê destnîşan kirîye ku “Bila ez wisa bêjim: yek ji wan bang li leşkeran dikir ku darbeyek bikin û heta ew helwest dubare kiribû. Yê din tevgera muxalefetê dabû destpêkirin. Ev yek, bi awayekê, destwerdana Rûsyayê ya çalaktir di kar û barên der yên Ermenîstanê de teşwîq kirîye”.

Li gorî xudana gotarê, ev pevçûyînên sîyasî di demekê de diqewimin ku Ermenîstan hewl dide bandora demdirêj ya Rûsyayê kêm bike. Di heman demê de, hin rêberên xiristîyan li Dewletên Yekbûyî, ku bi serokwezîrê Ermenîstanê re civîyane, destnîşan dikin ku îdîayên “şerê li dijî xiristîyanîyê” ne tenê xelet in, lê di heman demê de xizmetê ji berjewendîyên Rûsyayê re jî dikin.

Ewê her wiha behsa gotinên endamê berê yê  palata Dewletên Yekbûyî Lûî Gomêrt kirîye, ku beşdarî teştêya duayê ya li Yêrêvanê bûye. Gomêrt gotîye ku hevalên wî ji wî re gotar şandine û dipirsin: “Ma rast e ku serokwezîrê Ermenîstanê şer li dijî xiristîyanîyê daye destpêkirin?”

“Min ew gotar xwendin, min mijar lêkolîn kir, û kesên ku ez pê bawer im ji min re gotin ku ew bi xiristîyanîyê re ne di şer de ye. Ez hatim, çend rojan bi wî re derbaz kirim, beşdarî du teştêyên dua bûm, bi şexsî pê re civîyam û guhdarî kirim. Û min fêm kir ku ew ne mirovekî ye ku li dijî xirîstîyaniyê şer dike. Ew hewl dide ku li gorî prînsîpên xiristîyanî û Încîlê tevbigere. Ez pir pê bandor bûm. Lê gava ku hûn hewl didin ku tiştê ku ew dike bikin, hûn bi vî rengî rastî êrîşê tên”,- endamê berê yê palata Dewletên Yekbûyî destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button