H’emû nûçeSereke
Gênêralê amêrîkî li Ermenîstanêye ku piştgirîyê bide pevketinên li qesira Sipî destanî /wêne/

Ji baylozxana amêrîkîye li Ermenîstanê elam kirine wekî cîgirê serokê hevkarîya fermandarîya amêrîkîye li Avropayê û usa jî pirsên dijî sîlihên qirkirina bi massayî, gênêral Krîs Mkînî hatîye Ermenîstanê ku piştgirîyê bide wan pevketinên destanî, yên ku 8 ê tebaxê li qesira Sipî hatine qebûlkirinê.
Fermandarîya avropî bi cûrê six tevî wezîretên Ermenîstanêye karên hundur û parastinê dixebite, bona ku bighîjine meremên bona aşîtîya qewîn, nava wanda berfirehkirina hevkarîya kîmîyayî, bîolocî û parastina atomî, usa jî ya nava xebatên modêrnîzasîyakirina hêzên sîlihkirî”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.










