Pisporê rûs feydeyên hevkarîya aşîtîya atomî ya Ermenîstanê bi Moskvayê re destnîşan dike

Hevkarîya di warê ênêrjîya atomî ya aştîyane de bi hêzeke têknolojîk ya pêşketî wek Dewletên Yekbûyî re dibe ku sûdmend xuya bike, lê divê Yêrêvan biryarek li ser bingeha wê rastîyê bide ku Dewletên Yekbûyî di vê sedsalê de tenê karîye du yekîneyên hêzê ava bike.Derheqa wê yekêda pisporê rûsîye ênêrjîyê Borîs Marsînkêvîç wextê hevpeyvîna bi peyamnêrê News.am re dîyar kirîye.
Ewî tekez kirîye ku korporasîya dewleta Rûsyayêye “Rosatom” ê di vê sedsalê de nêzîkî 30 ênêrgabloka êlêktrîkê ava kirîye.
“Heger em li ser tiştên ku pergala ênêrjîya yekgirtî ya Ermenîstanê hewce dike biaxivin, wê hingê pir mimkûn be ku ew ênêrgabloka atomî yên hêza navîn bin, ne yên hêza bilind. Mînak, 1000 mêgvat e, ne 1600 mêgavat. Li Dewletên Yekbûyî rêaktorên weha tuneye. Lê bê guman, Yêrêvan gerekê birîyarê qebûlke”.
Dema ku di warê ênêrjîya atomî de bi Dewletên Amêrîakayêye Yekbûyî re hevkarîyê dikin, girîng e ku bê bîranîn ku sotemenîya atomî ya tîrêjkirî wê li Ermenîstanê bimîne û hemî pirsgirêk wê li ser welatê xerîdar in bên kirin. Ev qanûna heyî ya Dewletên Yekbûyî ye û tu pargîdanîyeke amêrîkî wê qanûnên xwe binpê neke. Di doza “Rosatom” ê de, hilberandina sotemenîya tîrêjkirî bi kevneşopî ji hêla “Rosatom” ê bi xwe ve tê kirin. Divê em bibînin ka çi sûdmendtir e”,- Marsînkêvîç tekez kirîye.
Em bîr bînin ku bayloza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ye li Ermenîstanê Krîstîna Kwînê mêmorandûma ku di navbera her du welatan de li ser hevkarîya dualî ya berfireh di warê ewlehîya ênêrjîyê de hatîye îmzekirin bi bîr xistîye, ku armanca wê ew e ku bi rêya modêrnîzasîyon û berfirehkirina hilberînê berxwedana ênêrjîyê ya Ermenîstanê zêde bike.
Li gorî wê, ji bo vê armancê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ermenîstan li ser “Peymana 123” a danûstandinan dikin, ku wê rê bide Dewletên Yekbûyîye têknolojîyên atomî yên sîvîl hinardeyî Ermenîstanê bike. Pispor zêde kirîye ku ev peyman wê hevkarîyê pêş bixe ji ber ku Ermenîstan pêrspêktîva veguherîna ji rêaktorê atomî yê Mêsamorê bo pergalên nûjen û nerm dinirxîne.







