H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê wê mazûvanîya pêşbirka temkirina şerabê ya navneteweyî “Konkûrs Mondîal dê Bryûsls 2026”  derbazbe

Desteya rêveber bernameya çalakîyên ji bo lidarxistina pêşbirka temkirina şerabê ya navneteweyî “Konkûrs Mondîal dê Bryûsls 2026”  li Komara Ermenîstanê pejirandîye.Pêşbirka temkirina şerabê ya navneteweyî “”Konkûrs Mondîal dê Bryûsls ” di formata xwe de bêhempa tê hesibandin, pêşbirka herî mezin û bi prêstîj ya cîhanê ye, bi 30 sal ezmûna xwe.

Ji bo mazûvanîya pêşbirka sala 2026 a, ji bilî Ermenîstanê, Gurcistanê, Rûmînyayê û Moldovayê jî serlêdan  raber kirine. Bi berçevgirtina mîrata dewlemend ya şerabçêkirin û dîrokî û çandî ya welatê me, her wiha rêjeyên mezinbûna sêktorê salên dawî de û derfetên ji bo organîzekirina çalakîyên navneteweyî yên mezin, organîzatorên pêşbirkê biryar dan ku pêşbirk li Komara Ermenîstanê bê lidarxistin û 1 ê sibata sala 2025 a di navbera hukumeta Komara Ermenîstanê û organîzatorê pêşbirka   “Konkûrs Mondîal dê Bryûslê”, Vînoprêsê mêmorandûmek hatîye îmzekirin. Biryarê de tê pêşnîyarkirin ku pêşbirka temkirina şerabê ya navneteweyî “Konkûrs Mondîal dê Bryûsls 2026”  sala 2026 a li Komara Ermenîstanê, ji hêla Vînoprês  ve bê organîzekirin. Bernameya çalakîyên ji bo lidarxistina pêşbirka temkirina şerabê ya navneteweyî hatîye pejirandin. Hatîye destnîşankirin ku koordînasyona giştî ya organîzekirina çalakîyê li komarê wê ji  alîyê “Fonda rez û şerabê ya Ermenîstanê” ve bê kirin.

Sûdmendên projeyê wê şîrketên şerabê yên ermenî, nûnerên sêktorên geştîyarîyê, mêvanperwerîyê, têknolojîyên nûjen, sazîyên perwerdehî û çandî bin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button