H’emû nûçeSereke

Serokên Ermenîstanê û Tirkmênistanê derheqa girîngîya hevkarîya nava govekên ênêrgêtîkî û tevgirêdana dane dîyarkirinê

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan, yê ku bi seredana xebatêva li Tirkmênistanê bûye,tevî serokê Tirkmênistanê Serdar Bêrdîmûhamêdov qise kirîye.

Vahagin Xaçatûryanê serokkomar girêdayî 30 salîya serbestbûna Tirkmênistanêra ew pîroz kirîye û bona Tirkmênistanê pêşkeftin, gulvedan û aşîtî xwestîye.

Serdar Bêrdîmûhamêdov bona qebûlkirina dewatkirinê razalixî elamî Xaçatûryan kirîye û gotîye,wekî serdanên dualîye derecebilind piştgirîya kifş didine qewînbûna hevkarî û pêwandîyên herdu welata.

Wextê hevdîtinê, gavên nava govekên sîyasî, êkonomîkî, çandî û yên mayînda hatine gotûbêjkirinê.

Wextê qisê xeberdan usa jî derheqa berfirehkirina hevkarîya nava govekên ênêrgêtîkî û pêwandîyada çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button