H’emû nûçeSereke

Tirkîya bi rastî jî bi îmzekirina peymana aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de eleqedar e:Safrastyan

Tirkzan Rûbên Safrastyan di wê bawerîyê de ye ku Başûrê Kafkasîyayê niha di qonaxekê de ye ku pêdîvî ye ku bêtir xwe ji cîhanê re veke, ji ber vê yekê normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenêstanê-Tirkîyayê bi rastî jî beşek girîng ya wê pêvajoyê ye.

Hevpeyvîna li gel “Armenpress” ê, tirkzan, akadêmîk Rûbên Safrastyan li ser qonaxa niha ya pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê û faktorên ku bandoreke raste-rast li ser wê pêvajoyê dikin, rawestîyaye.

Safrastyan gotîye:”Bê guman, serokatîya Tirkîyayê alîgirê encameke erênî ya pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê ye, ji ber ku ev yek wê sûdê bide Enqerê, nemaze ji ber ku armanceke girîng û stratêjîk ya hukumeta welatê cînar ew e ku Tirkîya bike navendeke ragîhandinê di navbera Rojavayê û Rojhilatê de. Bi vî rengî, Enqere wê derfeta ragîhandinê bi Asyayê Navîn re jî bê astengî hebe. Normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê li welatê cînar di serî de ji pêrspêktîva berjewendîyên wan tê dîtin”.

Safrastyan şîrove kirîye: “Serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan gelek caran ragihandîye ku pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê û vekirina sînorê dewletê tenê piştî îmzekirina peymana aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de wê dest pê bike. Tirkîya wê vê helwestê bişopîne û wê nêzîkatîya xwe neguherîne. Di gel vê yekê, Tirkîya bi vê yekê eleqedar e ku opozîsyonên wê li Başûrê Kafkasîyayê di rewşa nû de xurt bibin û li ser kaxezê xuya bibin. Enqere dizane ku di salên dawî de bandora Rûsyayê li herêma me qels bûye û rola Tirkîyayê zêde bûye, ji ber vê yekê di berjewendîya alîyê Tirkîyayê de ye ku peymana aşîtîyê ya plankirî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de di zûtirîn dem de bê îmzekirin”.

Li gorî  tirkzan, her çend piştî îmzekirina peymana aşîtîyê, Tirkîya wê dest bi avîtina gavên berbiçev ji bo normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê, avakirina têkilîyên dîplomatîk û vekirina sînor bike jî, ew ê vê yekê bi awayekî qonax bike.

Hevpeyvînerê me bi hûrgilî gotîye: “Nayê dûrxistin ku pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyan bi Ermenîstanê re bi çêkirina rîya hesin ji nû ve jî bê girêdan, ji ber ku alîyê tirkî berê xwe daye çêkirina rîya hesin Qers-Naxçêvanê, ku dirêjahîya wê 220 kîlomêtre “.

“Lê ez nafikirim ku ji bo Tirkîyayê girîngîyeke girîng be ku çavkanîyên mezin bikar bîne. Niha, polîtîka û stratêjîya gerdûnî ya Tirkîyayê herêmên pir mezintir digire nav xwe.Heger çend sal berê Başûrê Kafkasîyayê ji bo Tirkîyayê girîngîyeke sereke bûye, niha em dibînin ku ev welat polîtîkayeke berfirehtir dimeşîne, hewl dide ku rola xwe li Sûryayê, Rojhilata Navîn û bi giştî cîhanê zêde bike û bibandortir bike. Başûrê Kafkasîyayê, her çend girîngiya xwe diparêze jî, niha ji bo Tirkiyeyê ne girîngîyeke sereke ye ku zexteke cidî li ser Adirbêcanê bike da ku normalîzasîyakirina têkilîyên bi alîyê ermenî re pêş bixe”,- Safrastyan destnîşan kirîye.

Safrastyan behsa rola Yekîtîya Avropayê di vê mijarê de kirîye, nemaze ji ber ku çend roj berê wezîrê Tirkîyayêyî karên der  Hakan Fîdan bi komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê re civîyaye û li ser pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Adirbêcanê axivîye, û tekez kirîye ku di vê qonaxê de, mijara endametîya Yekîtîya Avropayê jî ji bo Tirkîyayê ne girîng e, ew pêvajo qerimî ye.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di  civîna konsêya wezîran ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê yê ya li Vîênayê de dîyar kirîye ku vekirina tevahî ya sînorê di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de xeleka girîng ya din ya zincîra rakirina astengîyên ragîhandinê li herêmê ye.

Wezîr Mîrzoyan destnîşan kirîye ku alîyê Ermenîstanê bi awayekî çalak dîyaloga bi armanca normalîzasîyakirina tevahî ya têkilîyên dualî bi Tirkîyayê re didomîne, bi bîr xistîye ku çend roj berê nûnerên sazîyên peywendîdar yên her du welatan gera duyemîn ya nîqaşên têknîkî yên bi armanca sererastkirin û xebitandina rîya hesin Gumirî-Qersê li dar xistine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button