H’emû nûçeSereke
Bikaranîna cîhazên êlêktronî li piranîya dibistanên Yêrêvanê hatîye qedexekirin

Bi destpêşxerîya şaredarê Yêrêvanê, li 143 dibistanên Yêrêvanêda ji 151 a da bikaranîna têlefon û cîhazên din yên êlêktronîkî hatîye qedexekirin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, şaredarîya Yêrêvanê radigîhîne ku qedexekirina wan di rêziknameyên dîsîplînê yên navxweyî yên sazîyên perwerdehîyê de cîh digire.
“Înîsîyatîvên weha demeke dirêj e ku bandora xwe li gelek welatan îzbat kirine. Lêkolînan nîşan daye ku sînordarkirina têlefonan di dema dersê de serkeftina xwendikaran bi navînî ji 6 selefî heta 14 selefî zêde dike”.
Her wiha, tenê heyîna têlefonê, heta dema ku nayê bikaranîn jî, balkişandinê kêm dike û di bin şert û mercên sînordarkirinê de, şagirt dikarin dirêjtir û çêtir balê bikişînin.







