
Rojnameya polonî przegladsportowy.onet.pl dinivîse ku girtina 24 alîgirên “Legia Varşova” yê li Ermenistanê piştî maçek lîga konfêransê tu eleqeya wê bi pevçûnên bi alîgirên klûba “Noa” herêmî re tune ye.
Rojname destnîşan dike ku “Polonîyan tu serhildan dest pê nekirine, tenê êrîş li ser wan hatiye kirin. Wek ku me karîbû em bizanin, êvara pêncşemê, komeke rêxistinkirî ya alîgirên derewîn ji Rûsyayê “nêçîr” li ser polonîyan lidar xistine”.
Li gorî dezgeheke medyayî ya polonî, komeke rêxistinkirî ya ji Rûsyayê êrîşî alîgirên “Lêgîayê” kirine.
Sernivîskarê malpera Legia.net ê Marçîn Şîmçîk, ku li cihê bûyerê bûye gotîye: “Ermenî pir dostane li hember me bûn. Ew li ser xwe, li ser piştgiriya xwe disekinîn û li bajêr pir germî li polonîyan nihêrîn”.
Li gorî seredîtorê sereke yê Legia.net ê, polîsên Ermenîstanê zû û bi bandor bersiv dan. Alîgirên herêmî heta alîkarîya polonîyan jî kirin: “Ji tiştê ku we bihîst, êrîşkarê « Zênît» ê bûn. Rengên klûbê li xwe kiribûn, tatoyan li xwe kiribûn û hin ji wan çekdar jî bûn”.
Li gorî Przeglad sportowy, piraniya alîgirên «Legiayê» yên ku ji alîyê polîsên Ermenîstanê ve hatine girtin, hatine berdan. Çend rûs jî hatine girtin. Konsulê Polonyayê li cihê bûyerê dixebite.
Hezkiriyên fûtbolê yên polonî ji bo temaşekirina maça tûra 5 emîn ya lîga konferansê ya di navbera “Noa” û “Legia” de hatibûn Ermenîstanê. Klûba ermenî di 11 ê kanûnê li stadyona Komarî maç bi 2-1 qazanc kirîye.







