TRIPP wê hemû pirsgirêkên Ermenîstanê çareser neke, lê Waşîngton û Yêrêvan dikarin hevkarîya stratêjîk ava bikin

Sedem hene ku mirov bawer bike ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ermenîstan dibe ku li ber avakirina hevkarîya stratêjîk ya rastîn bin. Înîsîyatîva TRIPP guhertineke bingehîn di helwesta Waşîngtonê ya li himber Ermenîstanê de nîşan dide, ku her ku diçe wek hevkareke potênsîyal di warê ewlehî û hevkarîya aborî de tê dîtin. Derheqa wê yekêda Newsweek ê nivîsîye.
Tê destnîşankirin ku rayedarên amêrîkî dest bi teşwîqkirina Yêrêvanê kirine ku alav û têknolojîya amêrîkî bikire. Ev ji formalîteyeke byûrokratîyê bêtir e. Ev gaveke armancdar û bi hizir e -vexwendineke ji bo Ermenîstanê ye ku gavên pêşin ber bi hevkarîyeke ewlehîyê ya demdirêj bi Dewletên Yekbûyî re bavêje.
Bi rastî, TRIPP pakêteke pêşverû ya alîkarîya ewlehîyê ya Dewletên Yekbûyî teslîm dike, ku ji bo dabînkirina nêzîkî 150 mîlyon dolar piştgirî ji bo alav, alîkarîya têknîkî û perwerdeyê hatîye çêkirin. Ev rê niha heye. Heger Yêrêvan cidî û dîsîplîn nîşan bide, TRIPP dikare bingeha serdemeke nû ya hevkarîya ewlehîyê ya Dewletên Yekbûyî û Ermenîstanê dayne.
Ev mentiq ji parastinê wêdatir diçe. Başûrê Kafkasîyayê yê aram û hevseng sûdê dide hemû lîstikvanên sereke yên herêmê, tevî Tirkîyayê, Avropayê û Asyaya Navîn. Ji bo Waşîngtonê, Ermenîstan avantajek bêhempa raber dike: sînorê zelal û baş-kontrolkirî bi Îranê re, di demekê de ku çavdêrîya herikîna herêmî her ku diçe girîngtir dibe.
Dawîyê de, girêdana navê serok Donald Tramp bi TRIPP re formeke bêhempa ya parastina sîyasî dide vê înîsîyatîvê. Berjewendîyên Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî niha ji her demê zêdetir li hev tên ji dema serxwebûna Ermenîstanê vir ve.
TRIPP wê hemû pirsgirêkên ku Ermenîstan pê re rû bi rû ye çareser neke yan jî pêdivîya dîplomasîya baldar neguherîne. Lê belê, wek ku Newsweek tekez dike, ev destpêşxerî pir girîng e.







