H’emû nûçeSereke

Gêvorg Papoyan li ser îtxalkirina berhemên neftê yên Adirbêcanê bo Ermenîstanê: ew sura bazirganî ye

Wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan 15 ê kanûnê, di hevpeyvîna bi rojnamevanan re li  parlamêntê gotîye ku pêvajoya hinardekirina berhemên pêtrolê yên Adirbêcanê bo Ermenîstanê sura bazirganî ye.

Papoyan gotîye: “Ev hemû tiştê ku min piştrast kirîye, ez nikarim tiştekî din bêjim. Ew sura bazirganî ye”.

Bîr bînin ku di dema nîqaşekê de bi sêkrêtarê konsêya ewlekarîya neteweyî ya Komara Ermenîstanê Armên Grîgoryan re li Dohayê, alîkarê serokkomarê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv ragîhandîye ku  Yêrêvan û Bekû li ser mijara hinardekirina pêtrolê û berhemên pêtrolê ji Adirbêcanê bo Ermenîstanê nîqaş dikin. 8 ê kanûnê, wezîreta aborî û geşepêdana domdar ya Gurcistanê ragîhand ku Gurcistan wê ji bo tranzîta yekem ya berhemên pêtrolê yên Adirbêcanê bo Ermenîstanê bacê nestîne.

Wezîrê Ermenîstanêyî  aborîyê Gêvorg Papoyan, tranzîta bêbac ya sotemenîya Adirbêcanê bi rêya axa Gurcistanê wek jêstek ji alîyê Tibîlîsîyê ve ji bo pêvajoya aşîtîyê bi nav kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button