Hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê di têkoşîna li dijî gefên hîbrîd de berdewam dike: berdevka wezîreta karên der

Hevkarîya di navbera Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê de di warên cûre-cûr de, di nav de di warê têkoşîna li dijî gefên hîbrîd de, berdewam e û nû dest pê nekirîye. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der, Anî Badalyanê di hevpeyvîna bi «Armenpress» ê ragîhandîye, li ser daxuyanîya komîsera bilind ya kar û barên der û sîyaseta ewlehîyê ya Yekîtîya Avropayê, Kaya Kalasê, şîrove kirîye, ku li gorî wê Ermenîstanê berîya hilbijartinên parlamêntîyê yên ku ji bo sala 2026 a hatine plankirin, ji Yekîtîya Avropayê piştgirî xwestîye da ku li dijî gefên hîbrîd şer bike.
“Hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê di gelek alîyan de ji bo zêdekirina berxwedana Ermenîstanê, di nav de di têkoşîna li dijî gefên hîbrîd de, berdewam e û nû dest pê nekirîye. Di heman demê de bi pêşxistina hevkarîyê re, gelek destpêşxerîyên ku armanc dikin xurtkirina berxwedana dêmokratîk û aborî ya Ermenîstanê têne nirxandin, pêşve xistin û pejirandin. Mînak, bernameya “Berxwedan û mezinbûn”, ku niha di qonaxa çalak ya pêkanînê de ye, û biryara bicîhkirina mîsyona Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê li ser vê prînsîbpê hatine girtin”.
Badalyanê gotîye: “Hevkarîya ji bo rûbirûbûna gefên hîbrîd yên muhtemel li ser rêya mîsogerkirina pêvajoyên hilbijartinê li gorî pîvanên dêmokratîk, piştgirîya Yekîtîya Avropayê, li ber çavan girtina ezmûn û amûrên Yekîtîya Avropayê û welatên endam di vî warî de, ne îstîsna ye. Li gorî wê, erê, destpêşxerîyên ku di encama nîqaşên hevbeş de di wî warî de hatine avakirin hene, û di rewşa ku biryar bên girtin, raya giştî wê bi rêkûpêkbê agahdarkirin”.







