Papoyan li ser berbirîbûna Yekîtîya Avropayê: belê, dêmokrasî ji bo parastina xwe ji êrîşên hîbrîd hewceyê pere û hêzê ye

Bê guman, êrîşên hîbrîd li dijî Komara Ermenîstanê mimkûn in, bi taybetî, ew dikarin dêmokrasîya me bixin xeterê û hin derdorên ku bi mîlyarad dolaran kontrol dikin, dibe ku hewl bidin ku bi rêya cûre-cûre nûçeyên derew yan mêxanîzmên bertîlxwarina hilbijartinê bandorê li hilbijartinan bikin. Derheqa wê yekêda wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan 15 ê kanûnê, di axaftina li parlamêntê bi rojnamevanan re gotîye, behsa nûçeya ku Ermenîstanê ji Yekîtîya Avropayê alîkarî xwestîye da ku pêşî li destwerdana der di hilbijartinan bigire, kirîye.
“Hin welat hene ku naxwazin bibin hedef da ku hilbijartinên azad û dêmokratîk li Ermenîstanê hebin û hukumetek ji alîyê gel ve bê hilbijartin. Bê guman, mafê serwêr yê welatan e ku berjewendîyên wan dewlet û gelan biparêzin, û ez difikirim ku ji bo me pir normal e ku em dêmokrasîya xwe û dewleta xwe ji êrîşên bi vî rengî biparêzin”.
“Dêmokrasî ew e ku gel hukumeta ku dixwaze hildibijêre û dengê gel nayê sextekirin, û hêza ku di hilbijartinan de herî zêde deng werdigire bi rastî ji hêla gel ve tê hilbijartin, ku tê de bertîl nayên belavkirin, mirov nayên tirsandin, nayên navnîşkirin, nayên şandin hilbijartinan. Hilbijartinên weha taybetmendîya dêmokrasîyê ne”.
Papoyan behsa agahîyên ku ssnara moldovayî li Ermenîstanê tê amadekirin, ku wê destûr neyê dayîn ku hin partî beşdarî hilbijartinan bibin, kirîye û gotîye: “Ez nizanim ew ssnar çi ye, ez nikarim şîrove bikim, ji ber ku ez nizanim ssnara moldovayî çi ye”.
Dema ku ji wezîrê peymana sîvîl hatîye pirsîn ka ezmûna serketî ya avropî çi ye, ewî wiha bersiv daye: “Belê, heke wana dêmokrasî efirandine û ew parastine û berdewam dikin, ev tê wê wateyê ku ew xwedî zanîn û mêxanîzmên dîyarkirî ne ku dihêle dêmokrasî xwe biparêze. Bila ez mînakekê bidim we, dema ku dêmokrasî li Almanyayê nekarî xwe biparêze, di encamê de, bo nimûne, Hîtlêr hat ser desthilatdarîyê”.







