Pêşveçûn di pêvajoya serbestberdana vîzayê de ji bo welatîyên Ermenîstanê pir girîng e: Ararat Mirzoyan

“Ji bo min kêfxweşîyek e ku ez du heftê piştî konseya hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê ya pir serketî, ku di dema wê de rojeveke stratejîk ji bo hevkarîya me hatîye pejirandin, ku têkilîyên me gîhand asteke nû, vedigerim Bryûsêlê”,- derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di hevpeyvîna bi rojnamevanan re li civîna konseya wezîrên karên der ya welatên endam yên Yekîtîya Avropayê gotîye.
“Di vê rûniştinê de, me li ser hemû destkeftîyên sereke yên hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, ji aborîyê bigire heta berxwedana xurttir, mijarên têkildarîya ewlehîyê, di nav de gefên hîbrîd û piştgirîya ji tesîsa aşîtîyê ya avropî, nîqaş kirine. Me bi giranî li ser hemû mijarên ku ji bo têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê girîng in nîqaş kirin. Me her wiha nîqaş kirîye ku pêvajoya serbestberdana vîzayê, pêşketina di vê pêvajoyê de ji bo welatîyên Ermenîstanê pir girîng e, her wiha ji pêrspêktîva nêzîkbûna Ermenîstanê bi Yekîtîya Avropayê re jî”.
Ewî destnîşan kirîye ku wêneyê berfirehtir, pêşketinên herêmî, vekirina rêyên ragîhandinê di navbera welatên Başûrê Kafkasîyayê de, derfet û beşdarîya mûhtemel ya Yekîtîya Avropayê di projeyên binesazîyê de jî hatine nîqaşkirin.
Nûnera bilind ya kar û barên der û sîyaseta ewlehîyê ya Yekîtîya Avropayê û cîgira serokê komîsyona Yekîtîya Avropayê, ragihandîye ku Ermenîstanê ji bo parastina xwe ji destwerdana bîyanî di hilbijartinan de ji Yekîtîya Avropayê alîkarî xwestîye.







