H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê amade ye ku di têkoşîna li dijî gefên hîbrîd û sîber de piştgirîyê bide Ermenistanê

Wezîrên  karên der der yên welatên endam yên Yekîtîya Avropayê pêşketinên di pêvajoya aşîtîyê ya bi Adirbêcanê re û her weha rêformên ku ji hêla hukumeta Ermenîstanê ve hatine pêkanîn, pir nirxandine. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda nûnertîya daîmî ya Komara Çêxîyayêye li Yekîtîya Avropayê  li ser mîkrobloga “X”  ê ragîhandîye.

Tê destnîşankirin ku welatên Yekîtîya Avropayê amadebûna xwe ji bo piştgirîkirina qewînkirina şîyanên Ermenîstanê ji bo têkoşîna li dijî gefên hîbrîd û sîber, û her weha belavkirina dêzînformasyonê nîşan dane.

Nûnertîya daîmî ya Çêxîyayê li Yekîtîya Avropayê di daxuyanîyekê de gotîye: “Rûsya wê hewl bide bandorê li hilbijartinên parlamêntîyê yên pêşerojê bike”.

Nûnerên welatên endam yên Yekîtîya  Avropayê jî piştgirîya xwe ji bo aramîya Ermenîstanê û pêvajoya aşîtîyê ya li herêmê ji nû ve tekez kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button