H’emû nûçeSereke
Dezgehên bihêz û hilbijartinên berfireh stûnên pêşeroja dêmokratîk ya Ermenîstanê ne: ofîsa Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê

Yekîtîya Avropayê piştgirîya xwe ji bo lidarxistina hilbijartinên parlamêntîyê yên azad, dadperwer û şefaf li Ermenîstanê sala 2026 a ji nû ve tekez dike. Derheqa wê yekêda daxuyanîyekê de ku ji hêla ofîsa Yekîtîya Avropayê ve hatîye weşandin, tê gotin.
“Bi hevkarîya bi sazîyên dewleta Ermenîstanê, civaka sîvîl û hevkarên navneteweyî re, Yekîtîya Avropayê pabend e ku pêvajoyên dêmokratîk, şefafyeta pêvajoyên hilbijartinê û bawerîya gel qewîn bike”.
Daxuyanîyê de hatîye gotin:”Sazîyên bihêz û hilbijartinên berfireh stûnên girîng yên pêşeroja dêmokratîk ya Ermenîstanê ne”.







