SerekeSîyasî

Êrdogan gavên sembolîk ji bo normalîzasîyakirina têkilîyên bi Ermenistanê re destpêka sala 2026 a ragîhandîye

Tirkîya bi awayekî hevrêzkirî û bi dîyaloga bi Adirbêcanê re pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên xwe bi Ermenîstanê re pêş dixe. Li gorî “Armenpress” ê, serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan di axaftina xwe ya li konfêransa balyozaye 16 emîn de dîyar kirîye.

Raport radigihîne ku Êrdogan tekez kirîye ku Başûrê Kafkasîyayê, ku bi salan e bê aşîtîyeke domdar maye, niha kêlîyeke dîrokî dijî. Li gorî wî, Adirbêcan û Ermenîstan ji her demê bêtir nêzîkî îmzekirina peymana aşîtîyê ne.

Êrdogan destnîşan kirîye ku “Digel vê pêvajoyê, em gavên xwe yên ji bo normalîzasîyakirina têkilîyên bi Ermenîstanê re jî pêş dixin, di heman demê de dîyalogeke daîmî bi Adirbêcanê re didomînin. Bi alîkarîya Xwedê, hin gavên sembolîk wê di destpêka sala bê de bên avîtin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button