Adirbêcan pir nîgeran e ku Dewletên Yekbûyî veberhênaneke mezin li têknolojîyên bilind yên Ermenîstanê dike: wana hewl dane ku pêşî li vê bigirin, lê ew nebûye: Nêrsês Kopalyan

Profêsorê zanistên sîyasî li zanîngeha nevada Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Nêrsês Kopalyan, di bernameya Factor TV y de li ser qonaxa niha ya têkilîyên Ermenîstan-amêrîkî, berjewendîyên stratêjîk yên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûîye li herêmê û rola Ermenîstanê axivîye.
Zanyarê sîyasî di derbarê belgeyên ku di meha tebaxê di bin çavdêrîya Amêrîkayê de hatine îmzekirin û xebata komîtêyên hevbeş de axivîye û destnîşan kirîye ku pêvajo bi lez û bez berdewam dibe. Li gorî wî, tevî hêdîbûneke di xebata sazîyên dewletê yên li Amêrîkayê de, komên xebatê yên ermenî-amêrîkî bi awayeke çalek xebata xwe didomînin. Kopalyan bi hûrgilî rave kirîye ku çima Rojava, bi taybetî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Ermenîstanê wek hevkarê herêmî yê sereke girîng dibîne. Li gorî wî, Gurcistanê bi zivirîna ber bi otorîtarîzmê û dûrketina ji orbîta Rojavayê bêbawerîya xwe nîşan daye, di heman demê de Adirbêcan wek hevkarê pirsgirêk tê hesibandin.Ewî her wiha li ser tohmetên ku Dewletên Yekbûyî bi rêya “Rêya Tramp” tirkan tîne Ermenîstanê jî axivîye:
Kopalyan, bi îşaretkirina helwestên Tirkîyayê û Adirbêcanê re, destnîşan kirîye ku “Berjewendîyên Dewletên Yekbûyî ji derveyî hiştina Tirkîyayê di pêvajoyê de derdikevin holê. Ya duyemîn, welatekî ku di dorpêçkirinê de ye û naxwaze têkilîyên xwe bi cîranê xwe re normal bike, çawa dikare bikeve nav wî cûreyî tevgerên wêranker, lê di heman demê de daxwaz bike ku ji bernameyên nû sûdên sîyasî werbigire? Ev ne mentîqî ye”.
Li gorî zanyarê sîyasî, girîngîya Ermenîstanê ji bo Dewletên Yekbûyî yê bi projeya “Korîdora navîn” ve tê destnîşankirin, ku wê Asyaya Navîn bi Avropayê ve girêbide, Rûsya û Çînistanê derbaz bike. Di vê çarçoveyê de, Ermenîstan wek kevirê bingehîn tê hesibandin.
“Dewletên Yekbûyî biryar da ku Başûrê Kafkasîyayê wê yek ji herêmên herî girîng ji bo wan be. Dewletên Yekbûyî biryar daye ku tu welatek nikare vê nakokîya ku 30-35 sal in li cem me heye çareser bike, ew ê çareser bikin û di wê rêyê de diçin”-,ewî gotîye.
Nêrsês Kopalyan behsa pirsgirêkên ewlehîyê kirîye û zelal kirîye ku ev ne li ser “garantîyên ewlehîyê” bi wateya klasîkî ye, lê li ser zêdekirina berxwedan û serwêrîya Ermenîstanê ye.
Zanyarê sîyasî tekez kirîye ku, “Mentîqa garantîyan, ji bo me bi rastî wek normek tê qebûlkirin, ku em daxwaz dikin ku leşkerên X ji welatê X bên… Bi rastî, me di demên berê de fêm kir, ma ne wisa, çiqas xeternak e ku meriv di wê pergala girêdayîbûnê de be. Dewletên Yekbûyî bawer dike ku Ermenîstan divê kevirê bingehîn yê stratêjîya wê ya Başûrê Kafkasîyayê be.Ewî zêde kirîye ku Dewletên Yekbûyî armanc dike ku şîyanên Ermenîstanê di warê aborî, leşkerî û sazûmanî de zêde bike da ku welat bikaribe xwe biparêze.
Kopalyan destnîşan kirîye ku “Dewletên Yekbûyî, bi hêza xwe ya nerm, stratêjîya xwe ya nerm û nêzîkatîya xwe ya aborî, pirsgirêkên ku kesekî din demek dirêj e nekarîye çareser bike çareser kirine.”Li gorî zanyarê sîyasî, fikarên serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ji ber wê yekê ne ku ew bandora xwe li ser Ermenîstanê winda dike. Heger Ermenîstan bêtir xweragir bibe û ji Rojavaye piştgirîye werbigire, sîyaseta Bekûyê ya li ser bingeha gefa hêzê bêbandor dibe.
Nêrsês Kopalyan wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Wana li dijî Elîyêv şertên cûre-cûre danîne, ku heger ew wan bişkîne, ew ê zirarê bibîne… Wana sîstêmek ava kirîye ku xizmeta berjewendîyên Elîyêv dike, da ku ew bi awayekî avakar tevbigere”.







