H’emû nûçeSereke
Cîgira sêkrêtarê giştî ya NATO ê Radmîla Şêkêrînskayayê serdana Ermenistanê kirîye

Îro cîgira sêkrêtarê giştî yê NATO ê Radmîla Şêkêrînskayayê serdana Ermenistanê kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda daxuyanîyeke çapemenîyê ya ji alîyê hevpeymanîya Atlantîka Bakûr ve hatîye weşandin, hatîye kifş kirin.
Hatîye destnîşankirin ku di dema serdanê de, cîgira sêkrêtarê giştî ya NATO ê wê rastî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê parlamêntê Alên Sîmonyan, wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan û her wiha wezîrê parastinê Sûrên Papîyan bê.
Şêkêrênîskaya wê rastî nûnerên civaka sîvîl û balyozên welatên endam yên NATO ê ye li Ermenîstanê bê.







