Ermenîstan wê ji fonda aşîtîyê ya Avropayê piştgirîyeke nû werbigire:Macaristan vêtoyê derdixe

Macaristanê vêtoya xwe ya li ser biryara veqetandina 20 mîlyon yûro ji Ermenîstanê re di çarçoveya fonda aşîtîyê ya Avropayê derxistîye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda, rêdaktorê avropî yê radyoya “Azadî” yê Rîkard Yozvîak, mîkrobloga xwe ya X ê de destnîşan kirîye û her wiha gotîye ku biryara dayîna piştgirîyê ji Ûkraînayê re ji fonda aşîtîyê ya avropî eva nêzîkî sê sal in ji alîyê Macaristanê ve hatîye astengkirin.
“Vê hefteyê, Macaristanê di dawîyê de vêtoya xwe ya li ser pakêta alîkarîya leşkerî ya 20 mîlyon yûroyî ku di adarê de ji bo Ermenîstanê hatibû pêşniyarkirin, derxistîye”,- ewî destnîşan kirîye.
Yozvîak bi hûrgilî gotîye ku biryar wê çileya sala 2026 a bê bidawîkirin.
Bidine kifşê ku berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der, Anî Badalyanê ragîhandibû ku lihevkirineke sîyasî ji alîyê hemû welatên endam yên Yekîtîya Avropayê ve heye ku ji fonda aşîtîyê ya Avropayê piştgirîyê bidin Ermenîstanê.
Ermenîstanê tîrmeha sala 2024 a ji fonda aşîtîyê ya avropî 10 mîlyon yûro alîkarîyeke yekcar wergirtîye da ku qampeke modûlar ya meydanî ava bike, ku di nav de klînîka alîkarîya bijîşkî û her weha xizmet û şîyanên têkildar jî hebûn.
Adara sala 2025 a, hatîye zanîn ku Ermenîstanê serlêdana duyemîn ji bo piştgirîyê ji tesîsa aşîtîyê ya avropî raber kirîye. Paşê, hatîye zanîn ku di civîna konsêya wezîrên karên der yên Yekîtîya Avropayê de, Macaristanê biryara dayîna 20 mîlyon yûro ji tesîsa aşîtîyê ya avropî ji bo Ermenîstanê asteng kirîye û paşê wezîrê Macaristarêyî karên der Pêtêr Sîyarto piştrast kirîye ku Macaristanê ev biryar asteng kirîye, lê tekez kirîye ku Macaristan ne li dijî wergirtina piştgirîyê ji alîyê Ermenîstanê ji tesîsa aşîtîyê ya avropî ye, lê li gorî Sîyarto, divê Adirbêcan heman mîqdara piştgirîyê werbigire. Sîyarto tekez kirîye ku Yekîtaya Avropayê divê bêîstîqirarîya rewşê û her weha rastîya ku Ermenîstan û Adirbêcan nêzîkî îmzekirina peymana aşîtîyê ne, li ber çevan bigire.







