Yêrêvanê berjewendîyên girîng yên Têhranê di projeya TRIPP ê de li ber çevan girtîye: balyozê Ermenîstanêyî li Îranê

Ermenîstan, dilsozê atmosfêra dostanîyê û bawerîya hevbeş maye, berjewendîyên girîng yên Îranê di projeya “Rêya Tramp” de li ber çevan girtîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, wek ku ji balyozxaneya Ermenîstanêye li Îranê hatîye ragihandin, derheqa wê yekêda balyozê Ermenîstanê Grîgor Hakobyan hevpeyvîna bi ajansa medyayê ya îranîye “Tasnîm” ê gotîye.
Hevpeyvînê de, balyoz Hakobyan derheqa pêkanîna peymana li Waşîngtonê ya li ser vekirina rêyên ragîhandinê li Başûrê Kafkasîyayê gotîye.
Vê mijarê de, di bersiva pirsa rojnamevanekî de, ku tê de ewî peyva “korîdor” bi kar anîye, balyoz Grîgor Hakobyan bi taybetî destnîşan kirîye:
“Berî her tiştî, ez behsa peyva “korîdor” ya ku di pirsa We de tê bikar anîn bikim. Danezana ku ji alîyê rêberên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Dewletên Yekbûyîye 8 ê tebaxa sala 2025 a li Waşîngtonê hatîye îmzekirin, bi zelalî dibêje ku di çarçoveya bernameya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî” de, ragîhandina bê asteng di navbera axa sereke ya Adirbêcanê û Naxçêvanê de bi rêya axa Ermenîstanê dê bê mîsoger kirin. Bi vî awayî, navê fermî yê kanala ku ji başûrê Ermenîstanê derbaz dibe TRIPP e û her pênaseyeke din, tevî “korîdorê”, bi tîp û ruhê danezanê re nakok e, ku ji hêla serokwezîrê Ermenîstanê, serokê Adirbêcanê û serokê Dewletên Yekbûyî ve hatîye îmzekirin”,- balyozê Ermenîstanê tekez kirîye.
Ewî her wiha ji pispor û civaka medyayî ya îranî xwest ku bi vê formûlasîyona zelal bên rêber kirin.
Bayloz tekez kirîye ku danezana Waşîngtonê, li ser bingeha prînsîpên serwêrî, yekparçeya axê û dadwerîya dewletan, vekirina hemî ragîhandinên veguhastinê ji bo veguhastina navxweyî, dualî û navneteweyî pêşbînî dike.
Balyozê Ermenîstanê tekez kirîye: “Divê ez tekez bikim ku bi dilsozî li atmosfêra dostanîyê û bawerîya hevbeş, Yêrêvana fermî di tevahya vê pêvajoyê de berjewendîyên girîng yên Tehranê li ber çevan girtîye û di derbarê pêşketinan de di astan de dîyalogeke çalek hatîye lidarxistin. Ez her weha hewce dibînim ku destnîşan bikim ku ev prînsîp stûnên ku her gav ji bo Komara Ermenîstanê û Komara Îranêye Îslamî pir girîng bûne ne û parastina wan bi tevahî bi berjewendîyên herdu dewletên me re lihevhatî ye”.
“Her wiha girîng e ku Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî di mijara tevlêbûna alîyeke sêyemîn di projeya “Rêya Tramp” de mafên vêtoyê yên wekhev hebin, ji ber vê yekê her alîyek tenê bi razîbûna Yerêvanê û Waşîngtonê dikare di wê projeyê de beşdar bibe.Mercên giştî yên ji bo pêkanîna projeya “Rêya Tramp” niha bi awayeke çalek bi Waşîngtonê re têne nîqaş kirin. Tê plankirin ku hevaltîya TRIPP ya hevbeş ya Ermenîstan-amêrîkî li Ermenîstanê bê tomar kirin, ku wê mafê pêşxistina binesazîya pêwîst ji bo rîya hesin, borîyên pêtrolê werbigire.Tê plankirin ku sala bê em derbazî qonaxa pêkanîna pratîkî û avakirina projeyê bibin”,- balyoz bi hûrgilî gotîye.
Grîgor Hakobyan dîyar kirîye ku “Rêya Tramp” bi tevahî lihevhatî ye bi destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji hêla hukumeta Ermenîstanê ve hatîye raber kirin û wê beşdarî efirandina pêwendîyên herêmî bibe û bibe faktoreke girîng ji bo aşîtîya domdar.
Ewî bawerîya xwe anîye ziman ku pêkanîna vê projeyê ne tenê hevkarîya aborî pêş dixe, lê di heman demê de aşîtî û aramîya li seranserê herêmê jî qewîn dike.







