Ermenîstan di warê hilberîna fêkîyan ya serê her kesî di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda di rêza yekem de ye: Gohar Barsêxyan

Di şert û mercên bêîstîqirarîya aborî ya cîhanî de, pirsgirêkên ewlehîya xwarinê hîn jî di rêza yekem de ne. Endama lijneyê komplêksa pîşesazî û agropîşesazîyê ya hevkarîya aborî ya avropî, Gohar Barsêxyane di hevpeyvîna bi peyamnêrê Moskvayê yê “Armenpress” ê re gotîye û tekez kirîye ku di vî warî de welatên endam yên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, di bin hevrêzîya komîsyona aborî ya Avrasyayê de, sîyaseta hevbeş bi armanca mîsogerkirina pêşkeftina hevseng ya bazara çandinîyê ya hevpar û ji holêrakirina kêmasîyên xwarinê pêk tînin.
“Deh salên borî de, hilberîna çandinîyê li Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bi 25,5 selefî zêde bûye û xweserîya yekîtîyê di warê berhemên xwarinê de gihîştîy 92,4 selefî. Yekîtî bi tevahî daxwaza navxweyî ya ji bo genim, goşt, şîr, şekir, rûnên nebatî û hêkan pêk tîne”.
Barsêxyanê gotîye:”Ermenîstan, wek endama Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, ne tenê daxwaza bazara xwe ya navxweyî ji bo hejmareke berhemên xwarinê mîsoger dike, lê di heman demê de wek dabînkereke girîng di bazara giştî ya yekîtîyê de tevdigere. Bi taybetî, Ermenîstan di hilberîna fêkî û sebzeyan de bi tevahî xweser e û di warê hilberîna fêkî ya serê kesî de di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de pêşeng e”,-û zêde kirîye ku di dema endamtîya xwe ya Yekîtîya Avrasîayêye Êkonomîkîda de, Ermenîstanê îxracata xwe ya berhemên çandinî û xwarinê ji çar qatan zêdetir kirîye, gihîştîye dora 800 mîlyon dolarê amêrîkî.
Di heman demê de, li gorî wezîrê, Ermenîstan hejmareke berhemên xwarinê yên stratêjîk ji welatên endam yên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî îtxal dike û bi vî awayî îstîqirar û hevsengîya bazarê mîsoger dike.







