Pênc salên bê de 120 mîlyon yûro wê li Ermenîstanê di heft komên geştîyarîyê de bê veberhênan:seroka komîtêya geştyarîyê

Bêguman sala 2025 a ji bo sêktora geştîyarîyê saleke serkeftinê ye, ji ber ku her tiştê ku berê hatibû plankirin hatîye kirin. Komîtêya geştîyarîyê di vê pêvajoyê de erkên nû danîye pêşîya xwe û wan jî bi serkeftî çareser kirîye.
Hevpeyvîna bi “Armenpress” ê re, seroka komîtêya geştîyarîyê ya wezîreta aborîyê ya Komara Ermenîstanê Lûsînê Gêvorgyanê ev nêrîn anîye ziman, xebata ku di sala 2025 a de hatîye kirin û ji bo sala bê hatîye plankirin raber kirîye.
Seroka komîtêya tûrîzmê destnîşan kirîye ku “Îsal peymaneke deynê ya nû bi banka cîhanî re hatîye îmzekirin, li gorî wê di pênc salên bê de 120 mîlyon yûro wê li heft komên tûrîzmê bê veberhênan. 100 mîlyon yûro fondên deynê yên banka cîhanî ne û 20 mîlyon jî wê ji hêla hukumeta me vebê veberhênan. Ev destkeftîyeke cidî ye ji bo baştirkirina binesazîya tûrîzmê, ji ber ku ev pere wê ji bo baştirkirina rêyan, mûzexaneyan, çêkirina rêyên peyatî û pêşxistina binesazîya civakî bên bikar anîn. Bi van fondan, ji bo veberhênerên mezin jî mimkûn e ku binesazîya rehet bê avakirin da ku ew jî bikaribin veberhênanan bikin”.
Serokê komîtêya geştîyarîyê axaftina xwe wiha bi dawî kirîye: “Berî her tiştî, fêstîval ji bo pêşvebirina geştîyarîya navxweyî têne lidarxistin. Ji 12 fêstîvalan tenê yek li Yêrêvanê hatîyee lidarxistin. Bernameyên geştîyarî yên cûre-cûre hene ku bi civakan re têne bicîhanîn”.







