SerekeSîyasî

100 000 ruble ji bo sîxurîyê li Ermenistanê:welatîyên Rûsîyayê li Ermenîstanê daneyan berhev kirine

Piştî şerê 44 rojî yê sala  2020 î, nêzîkî 20 dozên sîxurîyê li dadgehê hene. Yek ji wan Vîktor Tîxomîrov û kesên din yên nenaskirî vedihewîne. Li gorî materyalên dozê, ew nûnerên sêrvîsên taybet yên bîyanî ne û ji bo her yekî 100 000 rublî çalakî li dijî Ermenîstanê pêk anîne.

Tîxomîrov du kesên din, Danîîl Sêmenyûk û Artyom Maxmudov, kirîye nav kar.Van herduyan ji servîsên taybet yên biyanî yên li Moskvayê erk wergirtin: ew bi karanîna koordînatên ku berê hatibûn dayîn çûne deverên cûda yên Ermenîstanê, abîdeyên dîrokî û çandî, gund, kolan û kevirên gorên misilmanan,azêrîyan û ermenîyan yên kevnar li wir  wêne kişandin.

Wêne bi rêya xizmeta ewir ya «Yandêks» ê ji Tîxomîrov re hatine veguhestin û dema ku ew vegeriyane Moskvayê, ew ji nûnerên karûbarên taybet yên bîyanî re hatine şandin.

Li gorî Danîêl Îoannîsyan, koordînatorê bernameyê yê rêxistina nehukumî ya “Yekîtiya welatîyên agahdar”, hin ji van kiryaran dikarin di çarçoveya şerê agahdarîyê de bên dîtin, hinekên din jî dikarin wek îstîxbarata leşkerî bên dîtin.

Danîêl Îoannisyan, koordînatorê bernameyê yê rêxistina nehukumî ya “Yekîtiya welatîyên agahdar”, dibêje: “Heger ajanekî bîyanî, bo nimûne, agahîyan berhev bike û bigihîne dewleteke bîyanî, bo nimûne, li ser çekdarkirina yekîneya “X” ya hêzên çekdar, yan li ser koordînatan, yan li ser bernameya xizmetê, ku ne hîbrîd be, ew îstîxbarata leşkerî ye.Heger ew agahîyan berhev bike ku dû re di warên sîyasî û medyayê de bên bikar anîn, wê hingê ev di çarçoveya êrîşeke hîbrîd de ye”.

Li gorî îdîanameyê, daneyên berhevkirî bi zirara serwêrî û ewlehîya der ya Ermenîstanê hatine bikar anîn û cîhên ku wêne lê hatine kişandin wek yên Adirbêcanê hatine raber kirin.

Piştî ku erkê yekem bi serkeftî temam kirin, Artyom Maxmudov û Daîîl Sêmênyuk erkê duyem wergirtin. Ew vegerîyane Ermenîstanê, lê vê carê ji alîyê dezgeha ewlekarîya neteweyî ve hatine dîtin û girtin.

Danîêl Ioannisyan tekez dike ku dezgehên sepandina qanûnê yên Ermenîstanê di matêryalên dozê de nîşan nedane ku kîjan dezgehên taybet welatîyên Fêdêrasîyona Rûsyayê tevlî kirine, û ev ne cara yekem e.

Factor TV her wiha dozên din yên berdest yên têkildarî sîxuriyê lêkolîn kiriye. Di tu dozên wan de behsa wê yekê nayê kirin ku kîjan servîsên taybet yên bîyanî li dijî Ermenistanê tevgeriyane. Îoannîsyan tekez dike ku elîta sîyasî jî ji nirxandinên raste-rast dûr dikeve.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li parlamêntê de gotibû: “Ez hewceyê katolîkekîme ku rojane rapor nede lêytênantên sêrvîsa taybet ya bîyanî”.

Îoannîsyan wiha dibêje: “Lîwaynekî payebilind ji kîjan welatîye, Laosê? Lîwaynekî payebilind ji Gambîyayê? Em hemî fêm dikin ku em qala kê dikin, lê rayedar tiştekî din nabêjin. Ez wê yekê wek pirsgirêkeke girîng dibînim ku rayedar vê yekê nabêjin. Ew her wiha nabêjin ka motîvasyona êrîşên hîbrîd li dijî Ermenistanê çi ye. Hûn nikarin bêjin ka motîvasyona êrîşên hîbrîd çi ye bêyî ku hûn bêjin kî wan pêk tîne”.

Li gorî Îoannîsyan, ew naxwazin navê Rûsîyayê bidin da ku pirsgirêkên di têkilîyên dualî de girantir nebin û berteka rayedarên Ermenîstanê bêtir di warê sîyasî de ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button