H’emû nûçeSereke

Li NATO  ê hêvîyêne ku sala bê bi Ermenîstanê re li ser belgeyeke çarçoveya hevkarîya nû li hev bike

Cîgira sêkrêtarê giştî  yê  NATO ê Radmîla Şêkêrînskayayê mîkrobloga xwe ya X ê de derheqa hevkarîya bi Ermenîstanê  nîşan daye. Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, Şêkêrînskayayê nivîsîye ku kêfxweşîyek bûye ku bi wezîrê  Ermenîstanêyî parastinê  Sûrên Papîkyan re li ser rêformên sêktora parastinê yên Ermenîstanê nîqaş kirîye û beşdarîya berdewam ya Ermenîstanê ji bo hêza Kosovayê ya NATO ê pir nirxandîye.

Cîgira sêkrêtarê giştî yê NATO ê nivîsîye: “Em amade ne ku piştgirîyê bidin rêforman û hêvî dikin ku sala bê li ser belgeyeke nû ji bo hevkarîya me li hev bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button