H’emû nûçeSereke

Paşinyan efirandina şert û mercên bazirganîya dualî ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de wek yek ji destkeftîyên girîng yên pêşin di avakirina aşîtîyê de dibîne

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser pêrspêktîvên pêşxistina hevkarîyê di sêktora veguhastin û lojîstîkê de axivîye û tekez kirîye ku guhertinên erênî û avakar yên di wê çarçoveyê de diqewimin ji bo hemû welatên li herêma berfirehtir derfetên nû diefirînin.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, serokwezîrê Ermenîstanê di civîna berfireh ya konsêya bilind ya Yekîtîya  Avrasîyayêye Êkonomîkî de li ser mijarê axivîye.

“Li ser pêrspêktîfên pêşxistina hevkarîyê di warê veguhastin û lojîstîkê, li ser bingeha prînsîpên beramber, wekhev, serwêrî û serwêrîya neteweyî ez tekez dikim”.

Vê çarçoveyê de, ez dixwazim destnîşan bikim ku guhertinên erênî û avakar yên ku diqewimin, ji bo hemî welatên li herêma berfirehtir derfetên nû diefirînin û dibin alîkar ku aramîya aborî û berfirehkirina ragîhandinên herêmê qewîn bibin.

Vê mijarê de, ez spasîya xwe ji serokê Komara Adirbêcanê ji bo biryara wî ya  derxistina dorpêça li ser derbazbûna barhilgir bo Ermenîstanê bi rêya axa Adirbêcanê û her weha efirandina şert û mercan ji bo destpêkirina bazirganîya dualî dîyar dikim.

Serokwezîrê Ermenistanê gotîye: “Ev yek ji destkeftîyên girîng yên pêşin e di avakirina aşîtî û aramîyê de li herêmê”.

Em bi bîr bînin ku çend roj berê, komeke bênzîna ​​Adirbêcanê bi rêya axa Gurcistanê gihîşte Ermenîstanê.Trena ku ji 22 vagonan pêk dihat, 1218 tonn bênzîn radestî Ermenîstanê kirîye. Bar ya hevaltîya taybet e.

Lihevkirina li ser kirîna bênzîna ​​Adirbêcanê  28 ê mijdarê li Gabalayê di hevdîtina cîgirên serokwezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanê Mihêr Grîgoryan û Şahîn Mûstafayev de hatine kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button