Rêberê PKK ê Abdulah Ocalan peyamek ji kongreya 4 emîn ya asayî ya ANKA-DER ê re şandîye û gotîye:“Ez naxwazim dayîkeke din şînê bigire”

Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatolyayê (ANKA-DER), kongreya xwe li saloneke dawetê ya li Okmêydanîya Stembolê li dar xistîye.
Hevberdevka Kongreya Dêmokratîk ya Gelan (HDK) Maral Daniş Beştaş, hevserokên rêxistina bajêr ya DEM Partîyê Arîfe Çînar û Çînar Altan, nûnerên dayîkên aşîtîyê kongrê de amade bûne.
“Em naxwazin xwîşk û birayên xwe winda bikin”
Maral Daniş Beştaş di kongreyê de axivîye û bal kişandîye ser pêvajoya nû ya ku bi banga Ocalan ya 27 ê sibatê dest pê kirîye.
Beştaşê gotîye: “Em îdî naxwazin xwîşk û birayên xwe winda bikin. Serê me bi şehîdên me bilind e, ew hemû nirxên vî gelî ne”.
Hevberdevka Kongreya Dêmokratîk ya Gelan dîyar kirîye ku ew di nava pêvajoyeke krîtîk de ne û wiha pê de çûye:
“Em guh bidin rêzdar Ocalan. Emê vê pêvajoyê bêyî çek, bêyî xwînrijandinê û bêyî ku tu mirovên xwe winda bikin bi rêya sîyaseta dêmokratîk birêxistin bikin”.
Peyama Ocalan: “Ez naxwazim dayîkeke din şînê bigire”
Di kongreyê de peyama Abdulah Ocalan ya bi kurdî ji alîyê Mehmet Bûlût û ya bi tirkî jî ji alîyê dayîka aşîtîyê Rewşan Doner ve hatîye xwendin.
Ocalan di peyama xwe de tekez kirîye ku dilsozîya bi şehîdan re avakirina civakeke dêmokratîk e û gotîye:
“Di qonaxa niha de têkoşîna azadîyê, ne hunera zêdekirina mirinê ye, hunera birêxistinkirina jîyanê ye.
Ez dixwazim rê li ber şehîda ciwanekî bi tenê jî bigirim û nehêlim ku dayîkeke din jî li pey zaroka xwe şînê bigire”.
“Mîrasa wan ne domandina şer e”
Abdulah Ocalan destnîşan kirîye ku mîrasa şehîdan ne domandina şer e, nîşandana vîna çareserîya demokratîk e.
Ocalan peyama xwe wiha bi dawî kirîye:
“Dilsozîya bi şehîdan re, nîşandana wê wêrekiyê ye ku mirov ji cîhê ku wan lê hiştîye, civakeke dêmokratîktir, azadtir û mirovîtir ava bike.







