Li gorî biryara Komîsîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, Ermenîstan wê bikaribe sale 700 tonn êlêktrodên grafîtkirî yên Çînistanê bêyî dayîna bacên dompîngê îtxal bike

Bi biryara Komîsîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, baca dompîngê li ser êlêktrodên grafîtkirî yên bi esilê xwe çînî yên ku têne îtxalkirin nav axa Yekîtiya Avrasîyayêye Êkonomîkî hatîye sepandin.Di heman demê de, ji bo îtxalkirina berhema navborî bi mîqdarên heta 700 tonan ji dayîna baca dompîngê ji bo Ermenîstanê hatîye destnîşankirin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkî derbarê vê yekê de daxuyanîyek weşandîye.
Di heman demê de, ji bo berhema jorîn ya ku salê bi qasî 700 tonn tê îtxalkirin nav axa Komara Ermenîstanê, ji dayîna bacên dompîngê mûafîyet hatîye danîn.
Ev mafê wê ji bo 5 salan derbazdar be.
Bidine kifşê ku mûafîyeta ji baca dompîngê wê tenê bi raberkirina encamnameyeke armanckirî ya kelûpelên yên ku têne îtxalkirin nav axa Komara Ermenîstanê piştrast dike, ku alîyê wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê hatîye peyda kirin, di dema îtxalkirina kelûpelên ku di biryarê de hatine destnîşankirin, ji sazîyên aborî re bê peyda kirin”,- daxuyanîyêda hatîye gotin.







