H’emû nûçeSereke
Me soza here mezin ya ku ji hêla hukumetê ve hatibû girtin bi cîh anîye:Nîkol Paşînyan

Hukumeta Ermenîstanê erkê xwe ya here mezin li himber gel bi cîh anîye.
Derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan li civîna bi nûnerên civaka ermenîye li Sankt Pêtêrbûrgê, tekez kirîye.
“Bernameya hukumetê ya ku tebaxa sala 2021 ê de hatîye pejirandin dibêje ku pabendbûna here mezin ya hukumetê ji bo gel ew e ku ji bo Komara Ermenîstanê û herêmê serdemeke pêşketina aştîyê veke. Me ew pabendbûna here mezin bi cîh anîye. Me beşeke pir girîng ji pabendbûnên din jî bi cîh anîye”,-Paşînyan daye kifşê.
Ewî destnîşan kirîye ku li cîhanê hukumetek tune ye ku bernameya xwe sed selefî bi cîh bîne.







