Tramp wek nîşana teqdîrkirinê diyariyek bi nivîsa xwe ya şexsî pêşkêşî Paşînyan kirîye

Balyoz Narêk Mkrçyan li qesira Sipî rastî serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî y Donald Tramp hatîye.
Di hevdîtina ku di çarçoveya çalakîyek ji bo balyozên nû hatine destnîşankirin pêk hatîye, balyoz Narêk Mkrtçyan ji serokê Amêrîkayê Donald Tramp re ji bo hewldanên wî yên domdar yên ji bo avakirina aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de û her weha ji bo peymana dîrokî ya ku di 8 ê tebaxê li qesira Sipî hatîye bidestxistin û belgeyên îmzekirî spasiya wî kirîye.
Sirîya xweda, serokê Amerîkayê Donald Tramp pîrozbahî li gelê ermenî kirîye, tekez kirîye ku ew şayanê aştîyeke mayînde ne û piştgirîya xwe ya bê şert û merc ji bo pêvajoyên aştîxwaz dubare kirîye.
Serok Tramp her wiha bi taybetî serkêşîya serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan û rola wî ya girîng di pêvajoya aştîyê ya damezrandî de destnîşan kirîye.
Serok Tramp wek nîşana teqdîrkirina xwe ya bilind diyarîyek bi nivîsa şexsî pêşkêşî serokwezîrê Komara Ermenîstanê, Nikol Paşinyan, kirîye.







