H’emû nûçeSereke

Wizz Air wê ji hezîrana sala  2026 a heftê du caran ryên raste-rast ji Yêrêvanê ber bi Londonê destpêke

Wizz Air wê ji 12 ê hezîrana sala 2026 a, heftê du cara, rojên duşemê û înîyê, rêyên raste-rast yên Yêrêvan-Londonê bide destpêkirin. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye  rêveberîya herêmî û binesazîyê News.am ê re ragîhandîye.

Bilêta dikarin li ser wizzair.com û sepana mobîl ya hevaltytê bên kirîn, bihayê wan ji 48.99 dolarî dest pê dike.

Wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Davîd Xûdatyan destnîşan kirîye: “Em girîngîyeke mezin didin destpêkirina geştên raste-rast ji Yêrêvanê ber bi Londonê. Ev gaveke girîng e ji bo berfirehkirina ragîhandinê di navbera Ermenîstanê û Padişatîya Yekbûyî de. Bûyera îro encama sîyaseta hukumeta Komara Ermenîstanê ye ku armanc dike sêktora hewayî pêş bixe. Ez bawer im ku ev rêya nû wê derfetên nû ji bo welatîyan veke û her weha geştîyarîyê pêş bixe. Di pêşerojê de, em ê piştgirîyê bidin destpêşxerîyên ku beşdarî berfirehkirina gihîştina veguhastinê û hevkarîya navneteweyî dibin”.

Seroka ragîhandina pargîdanî û berdewamîyê li Wizz Air ê Anastasîa Novakê tekez kirîye: “Em kêfxweş in ku rêya Londonê ji Ermenîstanê li tora rêyên xwe zêde dikin. Ev rêya nehemîn ya nû ye û bi tevahî em ê 18 rêyan ber bi 10 welatan ve bimeşînin. Bi her berfirehkirina opêrasîyonên xwe yên nû, em pabendbûna xwe ji nû ve piştrast dikin ku ji bo rêwîyan hilbijartineke berfirehtir ya cihanî û rehetîya rêwîtîyê ya herî zêde, di heman demê de bihayên erzan û pêbawerîya firînê ya bilind biparêzin”.

Balyozê Komara Ermenîstanê li  Padişatîya Yekbûyî Varûjan Nêrsêsyan gotîye: “Gerên hewayî yên raste-rast di navbera Yêrêvan û Londonê de ji bo kûrkirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Padişatîya Yekbûyî de teşwîqeke bihêz in. Ev firîn wê di navbera welatîyên me de hêsan bikin, têkilîyên mirovan qewîn bikin û hevkarîyê di warên  tûrîstîyê, perwerdehîyê, çand û karsazîyê de pêş bixin. Ev rêya nû meyla kûrkirina têkilîyên Ermenîstan-Brîtanya Mezin nîşan dide û derfetên nû ji bo hevkarîya bêtir di navbera her du welatan de diefirîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button