Niha Yêrêvan plan dike ku rîya hesin li ser rêya TRIPP bêyî beşdarîya Moskvayê ava bike: “Nêzavîsîmaya gazêta”

Rojnameya “Nêzavîsîmaya gazêta” dinivîse ku rayedarên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Ermenîstanê, Tirkyayê û Adirbêcanê danûstandinên li ser projeya “Rêya Tramp” zêde kirine. Bi taybetî, Enqere amadekarîyan dike ku sala bê sînorê bi Yêrêvanê re qismî veke, di heman demê de rayedarên Ermenîstanê û Adirbêcanê wê berdewam bikin ku bazirganîya xwe zêde bikin.
Odeya bazirganîyê ya amêrîkî-Adirbêcanê ragîhandîye ku balyozên Ermenîstanê û Adirbêcanê li Dewletên Yekbûyî Narêk Mkrtçyan û Xazar Îbrahîm, beşdarî niqaşeke li ser projeya “Rêya Tramp” bûne. Li gorî wezîretê, dîplomatên ji Gurcistanê, Qazaxistanê, Qirqizistanê, Tirkmênistanê û Ûzbêkîstanê jî beşdarî sivira glover bûne. Wana niqaş kirîye ka TRIPP çawa dikare pêşveçûna binesazîyê bilezîne, girêdana herêmî qewîn bike û heyîna aborî ya domdar ya amêrîkî li ser “Korîdora navîn” ava bike.
Wekî ku, nûnera taybet ya wezîreta Amêrîkayêye karên der Vînaya Çavêlê ji bo mîsyonên aştîparêzîyê destnîşan kirîye, peymana ku di meha tebaxê di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê de bi piştgirîya Waşîngtonê hatîye kirin, kêlîyeke dîrokî efirandîye.Çavêlê destnîşan kirtye ku “TRIPP çawa ye ku em vê aşîtîyê bi veguherandina rêya tranzît bo motoreke ji bo serfirazîya hevpar domdar dikin.Hevaltî û sermayeya amêrîkî di vê vîzyonê de roleke girîng dilîzin, û ev rêveberî bi biryar e ku cîhê xwe li ser maseya danûstandinan mîsoger bike”.
Li gorî vê yekê, balyozên komarên berê yên Sovyêtê li ser ka “Rêya Tramp” çawa dikare ji wan re bibe alîkar ku pêşbazîya rêyên tranzîtê yên herêmî zêde bikin, nêrînên xwe parve kirine. Bi vî awayî, li gorî balyozê Ermenîstanê, bi saya serokatîya serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp, gengaz bûye ku ji bo aşîtîyê teşwîqek bê efirandin û TRIPP wek hêmaneke sereke ji bo geşbûna pêşerojê ya Kafkasyaya Başûr û Asyaya Navîn bê destnîşankirin.
Herwiha, beşdarên sivira gilover rola sazîyên amerîkî di pêşxistina TRIPP ê de nirxandine. Bi taybetî, li gorî wan, korporasîyona fînansê ya pêşxistina navneteweyî ya amêrîkî dikare beşdarî projeyên fînansekirinê bibe, prosêdûrên bazirganîyê hêsan bike û rîskên veberhênanê kêm bike. Li gorî balyozan, hevaltîyên wek Google, Bechtel û Tetra Tech jî eleqeyek zêde nîşanî derfetên bazirganî û veberhênanê yên ku ji hêla bernameya TRIPP û destpêşxerîyên herêmî yên têkildar ve têne peyda kirin didin.
Hêjayî gotinê ye ku Ermenîstanê û Adirbêcanê berê dest bi bazirganîyê kirine. Bi taybetî, Yêrêvan pêşî ji Rûsyayê û Qazaxistanê bi rêya Bekûyê genim wergirtîye û dû re jî 1300 tonê benzîna AI-95 ji hevaltîya Adirbêcanê SOCAR ê kirîye. Alîyan van danûstandinan raste-rast bi peymana aşîtîyê ya li Waşîngtonê îmzekirî ve girêdidin.
Di heman demê de, hatîye zanîn ku rayedarên Tirkyayê û Ermenîstanê li hev kirine ku geştên raste-rast yên rojane di navbera Stembolê û Yêrêvanê de dest pê bikin. Nûnerê taybet yê Tirkyayê ji bo normalîzasîyakirina têkilîyên bi Ermenîstanê re, balyoz Serdar Kiliç, ragîhandîye ku bername wê ji 11 ê adara sala 2026 a pê ve dest pê bike û veguhastina rêwîyan wê ji hêla Turkish Airlines ve bê kirin.
Di heman demê de, Yêrêvan û Enqere amadekarîyên vekirina derîyên sînor ji bo veguhestina barhilgir dikin. Bi taybetî, wek ku rojnameya «Yesil Igdir» ê ragîhandîye, li xala kontrolê ya “Alîcan” ê ya Tirkyayê di bin çavdêrîya walîyê Îgdîrê Êrcan Tûran û wezîreta Tirkîyayêye parastinê de xebatên têkildar dest pê kirine. Xala kontrolê ya “Margara” yê ya li ser sînorê Ermenîstanê ji niha ve ji bo xebatê amade ye. Li gorî rojnameyê, sedema çalakîya alîyê Tirkyayê îmzekirina pêşin ya peymana aşîtîyê ya di navbera Yêrêvanê û Bekûyê de û dabînkirina sotemenîya Adirbêcanê ya vê dawîyê ji bo Ermenîstanê bûye. Di qonaxa yekem de, rayedarên Tirkyayê dixwazin pira Margarayê tenê ji bo veguhestina barhilgir bikar bînin û dû re, heger her tişt baş here, ji bo trafîka rêwîyan jî. Enqere her wiha plan dike ku tora rîya berfireh bike da ku potênsîyala aborî ya “Rêya Tramp” zêde bike.
Lê belê, rayedarên Ermenîstanê Moskvayê jî ji bîr nakin. Berê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, di dema danûstandinên bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re, dîyar kirîye ku aşîtîya di navbera Yêrêvanê û Bekûyê de divê derfetên nû ji bo têkilîyên Ermenîstan-Rûsyayê veke. Bi kêmanî, ew hêvî dike ku hevalbend beşdarî sererastkirina binesazîya rîya Ermenîstanêye hesin bi Adirbêcan û Tirkyayê ve girêdide bibe, nemaze ji ber ku ev rê di bin kontrola hevaltîya rîya hesinên Kafkasya Başûr de ne, ku hevaltîke girêdayî rîya hesinên Rûsyayê ye. Yêrêvan dixwaze xeta rîya hesin ya TRIPPê bêyî beşdarîya Moskvayê ji bo niha ava bike.
Endamê berê yê parlamênta Ermenîstanê, zanyarê sîyasî Mîkaêl Zolyan ji “Nêzavîsîmaya Gazetaê” re gotîye ku ew li bendê ye ku sala bê di vekirina ragîhandinê li Başûrê Kafkasîyayê pêşketin çêbibe. Lê belê, bi raya wî, ev pêvajo wê pir zû nebe.
Zolyan bawer dike:”Berî her tiştî, em ê berdewamîya gavên sembolîk yên ku me sala 2025 a de dîtine bibînin-dabînkirina genim, sotemenî û tiştên din yên bi vî rengî. Di heman demê de, Tirkya dikare sînor ji bo xwedîyên pasaportên dîplomatîk yên Ermenîstanê û welatîyên welatên sêyemîn veke. Heger Yêrêvan û Bekû di nîvê yekem yê sala 2026 a de karibin peymaneke aşîtîyê îmze bikin, wê hingê heta sala 2027 a sînor wê bi dawî bibe. Ev ê bi destpêkirina hevkarîya bazirganî ya tam ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ve girêdayî be”.
Di heman demê de, pispor red nekirîye ku rayedarên Gurcistanê dikarin nêzîkbûna cînarên xwe bilezînin heger ew berdewam bikin ku rê li ber derbazbûna kelûpelên Adirbêcanê bi rêya axa wan bigirin, di nav de bi bilindkirina bacan.







