
Wezîrê Amêrîkayêyî karên der Marko Rûbîo encamên salê kurteber kirîye, bi taybetî bal kişandîye ser têkiliyên Ermenîstanê-Adirbêcanê û daxuyanîya aşîtîyê ya li Waşîngtonê hatîye îmzekirin.
Peyameke vîdyoyê de, Rûbîo destnîşan kirîye ku Dewletên Yekbûyî bi tekezîkirina destwerdana dîplomatîk karîye rê li ber hejmareke ji nakokîyên navneteweyî bigire û çareser bike.
Wezîrê Amêrîkayêyî karên der behsa daxuyanîya aşîtîyê ya ku 8 ê tebaxê li Waşîngtonê bi heyîna serokê Amerîkayê Donald Tramp hatîye îmzekirin kir û gotîye: “Adirbêcan û Ermenîstan: şere ku dikaribû dest pê bikira û veguherîbû karesatek tirsnak, hatîye astengkirin”.







