H’emû nûçeSereke
Serokê komîsîyona hilbijartinê ya navendî roja muhtemel ya hilbijartinên parlamêntê eşkere kirîye

Serokê komîsyona hilbijartinên navendî, Vahagin Hovakîmyan roja muhtemel ya hilbijartinên parlamêntê yên pêş de eşkere kirîye.
“Serokkomar roja hilbijartinê destnîşan dike.Fermana serokatîyê hê nehatîye dayîn. Lê roja hilbijartinê wek 7 ê hezîranê “qeyd kirine”.Sedema vê çi ye? Di heyama ku min behs kir tenê yekşema 7 ê hezîranê ye”.- ewî gotîye.
Li gorî wî, heger serokkomar biryarê bide ku rojeke din destnîşan bike, wê hewcedarî bi rêziknameyên zincîrî yên qanûnî hebe, bi taybetî, di ragîhandina wê rojê wek rojeke bêkar de.







