H’emû nûçeSereke

Hukumetê bernameyek ji bo gihîştina çavkanîyên hesabkirinê yên pêrformansa bilind di warê zekaya sûnî de, bi hevkarîya AWS ê, pejirandîye

Hukumeta Ermenîstanê bernameya piştgirîya dewletê ji bo mîsogerkirina gihîştina çavkanîyên hesabkirinê yên pêrformansa bilind di warê zekaya sûnî de pejirandîye, ku wê bi hevkarîya yek ji hevaltîy mezin têknolojîyê amerîkî, Amazon Web Services (AWS), di çarçoveya înstîtûta vîrtûal ya zekaya sûnî (AIVI) de bê bicîhanîn.Ev bername pakêta piştgirîya dewletê ji bo sêktora têknolojîya bilind temam dike.Derheqa wê yekêda wezîrê pîşesazîya têknolojîya bilind Mxîtar Hayrapêtyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

“Bi vê înîsîyatîvê, em dixwazin bi peydakirina çavkanîyên hesabkirinê yên pêrformansa bilind ji bo sêwirandin, perwerde û bicîhkirina pergalên îstîxbarata sûnî, piştgirîyê bidin destpêşxerîyan, komên lêkolînê, sazîyên perwerdehîyê û pisporên takekesî yên ku di warê îstîxbarata sûnî de dixebitin. Bername ne tenê ji bo pêşvebirina înîsîyatîvên takekesî, lê di heman demê de ji bo pêşkeftina domdar û demdirêj ya ekosîstêma têknolojîya bilind, li gorî sîyaseta piştgirîyê ya dewletê ji bo sêktorê ye”.

Înstîtûta vîrtûal ya ji bo zekaya sûnî, ku ji hêla wezîreta Ermenîstanêye zanistê, têknolojî û nûjenîyê  ve hatîye destpêkirin, platformeke nûjenî û hevkarîyê ya vekirî ye ku di tevahîya pêvajoya R&D û pêşkeftina hilberê de piştgirîyê dide pargîdanîyên têknolojîyê û lêkolîneran.Wek beşeke ji bernameya înstîtûta vîrtûal wê wek platformeke opêrasyonal ji bo qebûlkirina serlêdanan, destnîşankirina serlêderan û dabeşkirina çavkanîyên hesabkirinê û her weha platformeke vîrtûal ji bo ragîhandin û hevkarîyê di navbera nûjenkerên AI de xizmet bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button