H’emû nûçeSereke

Min amadebûna xwe anîye ziman ku hukumeta Ermenîstanê dikare wan beşan ji tawîza Rûsyayê vegerîne: Paşînyan li ser dasekinandina rîya hesin

Me bi serokê Rûsyayê re niqaş kirîye ku guhertinên erênî yên li herêmê diqewimin wê çi derfetan ji bo Rûsyayê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî biefirînin. Derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşinyan di civîna çapemenîyê ya hukumetê de, dema ku behsa serdana xwe ya dawî ya li Rûsyayê kirîye, gotîye.

“Niha em girîng dibînin ku here kêm di vê qonaxê de, here kêm di qonaxa yekem de, xebatên dasekinandinê li beşa Tavûşê, heta stansîya trênê ya Îcêvanê û her weha li beşa Axûrîkê ji sînorê Ermenîstan-Tirkyayê heta beşa trênê ya heyî û xebatên dasekinandinê ji sînorê Ermenîstanê-Adirbêcanê-Naxçêvanê heta Yêrasxê bên kirin”.

Em gumanin ku hevkarên rûsî van karan di zûtirîn dem de pêk bînin.Heger ji nişkê ve astengîyeke têkildarî vê yekê hebe, her pirsgirêkeke din derkeve holê (hûn dizanin ku ev beş jî di bin tawîza Rûsyayê de ne), min amadebûna xwe jî anîye ziman ku hukumeta Ermenîstanê dikare van beşan bigire, ango wan ji tawîzê vekişîne û em ê vê dasekinandinê bi fondên byûcêya dewleta xwe pêk bînin, heger ji nişkê ve derkeve holê ku Fêdêrasyona Rûsyayê di pêkanîna van karan de di wextê xwe de pirsgirêkek heye, yan jî pirsgirêkekê dibîne”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button